CivakPolîtîk

78 saliya darvekirina Seyid Riza

Partıya Azadıya Kurdıstanê PAKê li Diyarbekir 78 saliya darvekirina Seyid Riza û hevalên wî bi bîranîn. Di vê derbarê de daxuyaniyek çapeniyê xwendin. Daxûyaniya ku hatî xwendin:Em Seyid Riza û Hevalên Wî Bi Rêzdarî Bi Bîrtînin78 sal berê, di 15.11.1937an de ji rêveberên qehreman ên serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Ereseya Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin. Di serî de Seyid Riza û hevalên wî, em hemû şehîdên serhildana Dêrsimê bi hurmet û minnetdarî bi bîrtînin. Ew êdî ne di nav me de ne, lê li seranserî Kurdistanê di hemû qad û pêvajoya têkoşînê de ew her zindî ne, dijîn û ji bo ewladên xwe îro bûne al.pakDewleta Tirkan, bi kuştina Seyid Rizayê Ebasanî û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyid Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, wan digot qey ew ê gelê Dêrsimê yê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin. Ev şaşîyeke mezin a hemû dewletên kolonyalîst û serdest e. Dewleta Tirkan jî ji ber vê hêvî û şaşîya xwe bi dehhezaran însanên me qetil kirin. Bi hezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, bi gotina kesên ku beşdarî qetlîamê bûne: bi jahra mişkan ew îmha kirine. Ji bo “afirandina milletekî nû” qetlîam û jenosîdên welê kirin ku ev yek ji faşîzma Hitler re bû nimûne. Lê dewleta tirkan ditirsiya, welê ditirsiya, ji ber wê mezer û gora qurbanîyên xwe jî vedizî. Her wekî Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyid Riza û hevalên wî jî nayên zanîn. Wek sirrekê nayê zanîn ku li ku defn kirine.Ev siyaseta ku ji bo bi temamî fetihkirina Kurdistanê, di 1921an de li Qoçgirî dest pê kir û bi serhildanên Şêx Seîd, Zîlan, Sason û hwd re qirkirin, nefî kirin, ji cî rakirina dewleta tirk berdewam kir û bi qirkirina Dêrsimê re Dewleta Tirkan, Kurdistan bi temamî xist bin desthilatdarîya xwe.Bêguman dewletên kolonyalîst bi temamî negihîştin armanc û mirada xwe, lê gelê kurd jî her di bin desthilatdarîya xwe de digrin û dev ji vê yekê bernadin. Anuha jî hewl didin ku Kurdistanê ji nû ve fetih bikin. Li Başûr, li Başûrê Rojava, li Rojhilat û li Bakur gelê Kurdistanê di warê neteweyî de gehiştiye merheleyekê, lê dagirker dîsa dixwazin li seranserî welatê me kurdan têxin bin hukma xwe, wekî ku ew dixwazin hukim bikin. Li hinek ciyan dewleta kolonyalîst bi xwe yekser vê yekê dike, li hin ciyan jî rêxistina terorîst DAÎŞ derdikeve holê.Êdî bi temamî aşkere bûye ku ji bo li Rojhilata navîn aştîyek di navbera hemû gelan de pêk were û aramiyek peyda bibe, divê ku meseleya kurd û Kurdistanê were çareserkirin. Lê dewleta tirkan siyaseta xwe ya zilm û zordarîyê dide diyarkirin ku hê jî hê jî ne di wê şuûrê de ye. Wekî ku do kir dibêje qey îro jê ew ê bi vê siyaseta şiddet û qirkirinê bigihîje netîceyekê. Û li ser dogmaya “yek dewlet, yek millet, yek al, yek welat” ku sebeba şerekî ciddî ye, israr dike. Hetta zilm û zora ku berî hilbijartinên 01.11.2015an hebû, di şûna ku rawestîne de, li herderê belav kir û berfirehtir kir.Lê ev yek ne çare ye, “tevgera tedib û tenqîl” a ku li Dêrsimê xwestin bikin ku bi vê yekê dewleta tirk dixwest kurdên mayî jî bi riya asîmîlasyonê bikin tirk, lê sed sal derbas bû dîsa jî bi ser neket, divê tirk êdî vê rastîyê qebûl bikin. Wekî di serhildanên Agrî, Zîlan, Şêx Seîd de, dixwazin di şexsê Seyid Riza de gelê Dêrsimê ji navê rakin, lê bi ser nakevin, gelê Dêrsimê li seranserî Kurdistanê li ser piya ye, têkoşîna xwe didomîne. Tiştê ku divê were kirin, ne gurkirina şiddet û zilmê ye, divê hewa û atmosferek were amadekirin da ku bi riyên aştîyane û demokratîk çareserî ji pirsê re were peyda kirin.Dewleta ku li xwe mukir hat ku li Dêrsimê qetlîam kirîye, lê wacibên vê yekê bi cih neanî. Wek hemû polîtîkayên din derket holê ku ev bûyer jî ji xwe re di warê siyaseta navxweyî û konjukturî de bi kar anîne. Lê ew kesên ku di 1937-38an de jenosîda Dêrsimê pêkanîn, divê bizanin ku nevîyên Seyid Riza li ser rêça wî ne û bi gotina wî ya “min nikarîbû bi derewên we, ev ji min re bû derd, lê min jî li hember we serê xwe xwar nekir bira ev jî ji we re bibe derd” re ne û tu carî li hember zilmê serê xwe xwar nekirine û tu carî jî nakin. Li gel hemû bedel û qurbanîyên mezin dîsa jî xebata ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê her berdewam e.Ger dewlet dixwaze pirsa kurdî bi rêya “aştî û demokratîk” çareser bike, divê bi awayekî rastîn ji bo qetlîama Dêrsimê li xwe mukir were û qebûl bike û wacibên vê qetlîamê bi cih bîne. Her weha di serî de Seyid Riza û hevalên wî, Şêx Seîd û hevalên wî; hemû kesên ku hatine îdamkirin divê ciyê ku veşartine diyar bikin û ji nû ve werin defin kirin.Di salvegere 78. a qetilkirina wan de di şexsê Seyid Riza de em hemû qurbanîyên vê jenosîdê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîrtînin û li hember giyanê wan ê pak bi rêzdarî radiwestin. Em wek PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) soz didin ku ew ala wan a azadîyê ku li asmanê welatê me her pêl dide, heta serketinê em ê hilgirin.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê 

Back to top button