Bûyerên Bakur û nijadperestiya Tirka
Bûyerên ku li hinek deverên Bakurê Kurdistanê xweserî hatî ragihandin berdewam e. Piştî Farqinê, cardin li Cizîrê û herî dawî li Misirbînê û Hezex bûyer derketin. Cardin hêzên dewletî dest bi operasyona kirin.Gelek caran bê manebûna ragihandina Xweseriyê hatiye rojevê. Ev yek bû sedemek ku cardin kurd ji warên xwe bar dikin. Genc jiyana xwe ji dest didin. Tu armancek vê yekê tuneye. Ji xwe ew bûyer yan jî helwesta ne di xizmeta destkeftiyek netewî be tu mana wê tuneye.Ji aliyek din hêzên ewlehiya Dewleta Tirk operasyona dike. Di van operasyona de rûyê dewletê yê nijadperest derdikeve holê. Polis û leşkerên nijadperest li ser dîwarên bajarên Kurdistanê gotarên ku heqaretê li kurda dikin û herweha gotarên nijadperset dinîvîsînin. Bi vê yekê jî mirov dibîneku çikas bi kînek mezin diçin ser kurda.Di vê derbarê de hemû partiyên di parlementoyê de berpirsiyarin. Taybetî hukumet di vê yekê de rê ji van bûyerên nijadperestî re vedike.Ev bûyer bi destê hêzên tarî têne îdarekirin. Di nava herdu aliyan de jî hêzên tarî rolek berbiçav dileyzin.Ji aliyekî ve mirov divê xeletiya PKKê bibîne û vê yekê rexne bike. Lê ji aliyêk din jî li himber kiryarên dewletê, polisên nijadperest bisekinê û wan mahkum bike.Hêzên dewletê hêzên dakirkerin li Kurdistanê. Ji bo vê jî divê aliyên siyasî bê ku xwe makumê parastina kiryarên çewt bike, bila bi dijwarî li himber nijadperestiya van polisan derkeve û vê yekê bighîne raya giştî.Piştî 9 rojan rewşa hinek taxên Faqînê ne ji Kobanê û Şingalê cuda bûn. Xaniyek tinebû ku cihê gulan lê neyî.Avahî ruxane, kolan hemû girtîne, mirov di malên xwe de hatine kuştin.Bajarek wêran û xirabe şûnde maye. Başe berpirsê vê kiye? Nûçe/analiz Hinek weneyên Nijadperestî li Kolanên Faqînê: