CîhanPolîtîk

Britanya spasiya Kurdistanê dike

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke parlamenterên grûpa dostên kurd li parlamentoya Birîtaniyayê ku ji hemû partiyên nav parlamentoyê pêk tê, kir.Di civînekê de şandeya mêvan li ser navê Birîtaniyayê sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, tevî kirîza êkonoimî,  pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan yên ji tirsa terorê ber bi herêma Kurdistanê hatine kiriye, ew hewandine û alîkariyên pêwîst jê re dasbîn kirine. Wan got ku ew şanaziyê bi wê yekê dikin ku, di şerê dijî terorê de digel herêma Kurdistanê hevpeyman in û bi minasibeta azadkirina Şingalê pîrozbahî li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku wê serkeftinê giringiyeke emzin ji bo civaka navdewletî û mirovatiyê heye.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya parlamentoya Birîtaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe nîşan de ku, parlamenterên hemû partiyên siyasiyên parlamentoya Birîtaniyayê pişgiriya herêma Kurdistanê dikin û îşaret bi wê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariyên Birîtaniya, Amerîka û welatên hevpeymaniya navadelwtiya dijî DAÎŞê bo herêma Kurdistanê bilind nirxandin, bi taybetî alîkariyên di ware leşkerî de ku, bandoreke ber bi çav li ser azadkirina deverê bi giştî û rizgarkirina bajarê Şingalê ji destê terorîstên DAÎŞ hebû û hêvî xwast di ware leşkerî û mirovî de zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bikin daku bi yekcarî metirsiya terorê bê binbir kirin. Serokwezîr di axavtina xwe de behsa kirîza êkonomî û hatina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê kir û got ku vê yekê bargiraniyeke gelek mezin ji bo herêma Kurdistanê dirust kiriye û hêvîdar bû ku ji bona sivikirina wî barê giran zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bê kiirn.Li dor rewşa siyasî û ew pirsgirêkên vê dawiyê li herêma Kurdistanê dirust bûne, serokwezîr got ku divê hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin.

Back to top button