PÊŞMERGE OPERASYONA DÎROKÎ YA ŞINGALÊ DA DESTPÊKIRINVê sibê zû operasyona rizgarkirina Şingalê ku zûde ye di rojevê de bû û ji bo Kurdan gelek girîng e dest pê kir. Di dereng destpêkirina operasyonê de gelek sedem hene. Berî her tiştî pêvajoyek amadekarîyê ya gelek girîng û temînkirina amûrên teknîkî/leşkerî yên hewce pêwîstbû. Derawa erdnîgarî ya Şingalê jî di dirêjbûna pêvajoya amadekarîyê de sedemek bû. Lê astenga herî mezin hêzên polîtîk ên li herêmê bûn.Hêzên ku ji bo pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigirin berê DAIŞê dan Kurdistanê jixwe naxwazin Şingal bê rizgarkirin û ji bo wê jî hewl dan ku bi gotin û hincetên cuda operasyonê asteng bikin. Dewleta Îranê ku herî zêde li hemberî Kurdistana serbixwe ye û vê armanca xwe venaşêr e, pêşengîya hêzên ku dixwestin operasyonê asteng bikin dikir. Her çi qas ji ber li dijî hevbûna Sûnî û Şiîyan ku li ber çavan e li hember DAIŞê xuya bikin jî, Îran/Irak/Sûrî û rêxistinên wan ên taşeron ji serî de rê li DAIŞê vekirin û xeyal kirin ku Hewlêr bikeve. Ger bûyerên rojên dawî li ber çav bên girtin, wê rola Îranê ya di vê armanca qirêj û tifaqa qirêj de bê dîtin.PKK û hin grûbên çepê Tirkan çawa ku bêhna operasyonê girtin dest bi provakasyonê kirin. Bi van provakasyonan him xwestin ku DAIŞ pê bihese û amadekarîyan bike him jî hewl dan ku amadekarîyên Pêşmergeyan texil bikin. Bi taybetî jî daxuyanîyên fermandarên Pêşmergeyan û kadroyên ciwan ên PDK ku digotin “Emê nehêlin PKK careke din lîstikan bilîze” peyamên zelal bûn û cidîyeta rewşê nişan dida. Nêzîkbûna her dem a nerm a Serok Barzanî cesaretê bide PKK jî, eşkere bû ku alternatîfeke din nemîne wê xweşbînî li PKKê nebe. PKK a ku vê rastîyê dît li Şingalê melisî û hemû hêvîyên xwe bi propagandayên qirêj ên ku wê çapemenî ya wan bike gireda. Di dema provakasyonên PKK de mewzîyên Pêşmergeyên PAKê ji alîyê “balafirên nedîyar” ve hate bombebaran kirin. Paşê dîyar bû ku ew balafir ên dewleta dagirker a Îranê ne.Rûdana sêyemîn û bi van bûyeran ve girêdayî jî êrîşkirina milîsên faşîst ên Şiî li ser Pêşmergeyan di destpêka operasyona Şingalê de bû. Tê zanîn ku him PKK him jî milîsên Şiî rasterast bi fermanên Îranê û bi awayeke koordîne tevdigerin.Çawa operasyona Şingalê destpêkir hemû medyaya cihanê ya muteber wek nûçeya girîng ragihand/radigihîne. Gelek qenalên telewîzyonan bi weşanên zindî rewşê nîşan didin. Operasyona Şingalê ku hemû kes dizane û di gelek qenalan de bi zindî temaşe dikin, di medyaya PKKê de wek hergav bi çîrokên derew hat berevajî kirin. Çapemenîya PKK a ku bi gelek derewên wek ku berê digotin “Me bi 7 Gerîlayan Şingalê rizgar kir” nûçeyan li dû hev dide, di çavên hemû cihanê û Kurdên hêşên wan hene de bêqîmet bû. Hew çend mirîden xwe dikarin bi wan derewan bidin bawerkirin.Têkilîya birêxistinî bi PKK a ku îxaneta/cehçbûna wî bi tescîlkirî ye ne mimkun e. Tiştê tenê ku karibin bikin a mirovên binamûs ên di nav PKKê de ev e ku ji nav vê gergefa îxanetê derkevin, li gel miletê xwe di nav refên Pêşmergeyan de wek Kurdeke welatparêz cih bigirin. Hewldana pak kirina PKK a bi rêxistinî ji alîyê çapemenîya berwenda bi çîrokên “yekîtîyê”, wek hergav madê mirovan li hev dixe.Operasyona ku di bin fermandarîya Serok Barzanî û di bin Alaya Rengîn de didome, di dîroka Kurdistanê de fetlanekek pir girîng e. Piştî vê fetlanekê wê rêya serxwebûna Kurdistanê vebe.Hovên DAIŞê ya ku nikarin xwe li ber Pêşmergeyan bigirin, bi seyarên bombe barkirî û bi mayînan dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Pêşmergeyên bi teçhîzat û amade, heta niha seyareyên bombebarkirî yek bi yek bêtesîr dikin û cihên stratejik bi dest xistin. Pêşmergeyan bi taybetî bi girtina rêyên navbera başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê, îmkanên alîkarîyê ku piştgirên eşkere û yên veşartî ji DAIŞê hov re bikin pir kêm kir. Li bendê ne ku di demek kin de Şingal ji hovan bê paqijkirin û çarenîn e ku Şingal a azadkirî bi Kurdistanê ve bê girêdan. Wê qet destûr neye dayîn peyvên dewleta Iraqê ku dibêjin “Bila bi Iraqê ve bê girêdan” û îxaneta PKK a “Kantonan”. Di vê demê de lazim hemû kes ji dêvla peyvên “yekîtî” yê bihêstîyarî bibêje “ Ên ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin lazim e di nav refên Pêşmergeyan de û di bin Alaya Rengîn de şer bikin; em ancax wê çaxê dibin bira”.Bi hêvîya ku Pêşmergeyên qehreman di vê operasyona dîrokî de biserkevin û di rêya serxwebûnê de bilezgînî pêşkevin, bangî hemû kesan dikin ku berjewendîyên partî/rexistinî/grûbî dêynin alîyekî û bala xwe bidin Kurdistana serbixwe.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ12.11.2015
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close