Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, YPG û PKKê dizanin azadkirina Şingalê nêzîk bûye, lewma dest bi propaganda û derwan kirine, da ku pirsgirêkan derxînin.Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Amadekariyekî temam bo azadkirina Şingalê hatiye kirin û niha YPG û PKKê dest bi propaganda û derwan kirine û dibêjin me hêzek mezin bo Şingalê amade kiriye.”Şeşo wiha domand: “Ti hêzeke YPG û PKKê li navçeyê tune ye û xelk jî pişta wan nagirin.”Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “74 ferman bi ser Şingalê û kurdên êzîdî de hatine, jibilî bi hezaran qurbanî, lewma dema Şingal azad bibe em rê nadin ti kesî ku pirsgirêkan ji me re bîne navçeyê.”
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


