Pêşmerge dest bi operasyonek mezin kir
Li gora nûçeya Basnewsê, îro danê sibê zû Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê operasyonek berfereh dane destpêkirin. Armanc paqijkirina 20 gundên Daqûq û Xurmatû ye. Firokeyên hevpeymanan jî piştgiriya operasyonê dikin.Îro serê sibê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li başûrê Kerkûkê bi armanca paqijkirina herêmê operasyonek mezin dane destpêkirin.Li gor zanyariyên ku BasNewsê ji fermandariya Pêşmerge wergirtiye, armanca operasyonê paqijkirina 20 gundên li derdora bajarokên Daqûq û Xurmatû ye. Hate gotin ku çekdarên DAIŞ’ê liberxwe nadin û paşve vedikêşin.Firokeyên şer ên hevpeymanan jî piştgiriya operasyonê dikin. Hate gotin ku jiber êrîşa firokeyan çend çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.Çekdarên DAIŞ’ê ji bo pêşiya operasyonê bigrin rê û malan mayin dikin. Operasyon berdewam e.