Polîtîk

Mafê xelkêye ku biryara dawî bide

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îşev piştî vekirina ofîsa nûneratiya Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê ragihand: “Em hewl didin derbarê pirsa Serokatiya Kurdistanê de bigihîjin lihevhatinê, lê eger em lihev nekin, pêwîste rapirsî were kirin.”Serokwezîrê  Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ku hevdem Alîkarê Serokê Partiya Demokrata Kudistanê (PDK) jî ye, îro piştî merasîma vekirina ofîsa nûneratiya Yekîtiya Ewropa (YE) li Hewêlêrê bersiva çend pirsyarên rojnamevanan da.Nêçîrvan Barzanî derbarê civînên 5 alî û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de ragihand, hêviya wan ew e ku lihev bikin.Nêçîrvan Barzanî got: “Em hêvîdarin bigihîjin lihevhatinekê. Em hewl didin bo lihevhatinê, lê mafê xelkê ye ku biryara dawî be eger me lihev nekir.”Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin: “Niha du nêrîn hene. Nêrînek dibêje, bila Serokê Herêma Kurdistanê di nava parlamentoyê de were destnîşankirin û li hember wê de jî nêrînek heye ku di wê baweriyê de pêwîst e xelk biryarê bide, ku PDK wê nêrînê diparêze.”Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Eger me nekarî lihev bikin, em dibêjin bila rapirsî were encamdan û gel biryara dawî bide. Em naxwazin îradeya gel jê were standin û pêwîst e mijara hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bikeve rapirsiyê.”Her yek ji YNK, Goran, Yekgirtû û Komel daxwaz dikin, Serokê Herêma Kurdistanê di nava parlamentoyê de were destnîşankirin û PDK jî rijd e li ser nêrîna xwe û dibêje gerek serok di nava gel de were hilbijartin.Derbarê civîna19ê Tebaxê ya Parlamentoya Kurdistanê de jî ku berovajî rêkevtina her 5 aliyan bo paşxistina civînê hat encamdan û her 3 fraksiyonên YNK, Goran û Komel û nîvê parlamenterên Yekgirtû tevlî civîna parlamentoyê bûn, Nêçîrvan Barzanî got: “Em ji saet 18:00ê êvarî ve heta 07:00 sibehîya roja paştir civiyan û me tenê li ser xalekê gotûbêj kir û ew jî paşxistina civîna parlamentoyê bû û me li hev kir, lê mixabin aliyên beşdarbûyî pêbendî rêkevtinê neman û çûne civînê, lê nekarîn civînê pêk bînin.”

Back to top button