Pêwistî bi serok Barzanî heye
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê daxuyaniyek pêşkêşî serokatiya Parlementoya Kurdistanê, serokwezîrê Kurdistanê, serokatiya Kurdistanê û partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û tê de daxwaz kiriye ku hemû alî bi tifaqe dirust û bi rêya maseya gotûbêjan navmala kurdan biparêzin.Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Ebdullah Seidî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîstiya vê qonaxê bi kesekî jêhatî mîna Serok Barzanî heye, her kesî dîtiye ku kesê herî bihêz Serok Barzanî ye, ku dikare di pêşerojê de li pêşiya hemû pirsgirêk û astengiyan de bisekine, herwiha dikare hemû pilanên dijmin û nehezên kurd jinav bibe û serxwebûna Kurdistanê rabigîne.”Ebdullah Seidî wiha got: “Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê beyanameyek pêşkêşî hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê û partî û aliyên siyasî û daxwaz ji wan kir ku bi tifaqeke dirust li ser maseya gotûmêjan lihev bikin û navmala kurdan biparêzin, ji ber ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe û pêwîstî bi wê yekê tifaqek çêbib. Herwiha pêwîstiya me bi Serok Barzanî heye, wek me hemûyan dît div î şerî de çawa Serok Barzanî wek pêşmergeyekî zêdetirî 6 mehan li eniyên şer bû.”Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê wiha domand: “Ev demek e ku pirsgirêk û qeyraneke siyasî bi Herêma Kurdistanê girtiye û kêm maye ku welat ber bi ciheke nediyar ve bibe, wek hestkirin bi berpirsyaretiyê, em bi nave xwe û hemû zanayên îslamê ku bi zimanê gotûnêjan û hestekî niştimanî dawî li vê pirsê bînin û tebayiya Kurdistanê biparêzin.”