Mixabin bi planên dijminatî yekrêzaiya gelê me têk didin

 Roja 14-8-2015 Meclis a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêj kirin li ser qirîzên niha yên Kurdistanê û dîtina çareseriyê ji bo wan qirîzan bi Serokatiya Serok Barzanî civiya.Piştî civînê daxûyaniyek bi nivîskî hate belav kirin. Di daxuyaniyê de dibêje; ji meha Hezîranê ve heta niha problemen hatin derxistin mezintir bûne.Ev krîz li dijê bingehê ku hukumet û serokatiya parlementoyê li ser hatî avakirin e.Di daxuyaniyê de dibêje:Mixabin piştî 23ê Hezîranê her çend ku Kurdistanê rastî rewşeke siyasî ya aloz hatibû û ketibû ber êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞê û rastî rewşeke aloz ya abûrî hatibû û ji bilî wan jî bi miliyonan aware berê xwe dabûne Kurdistanê, di rewşeke wisa de li gor planeke amadekirî ji aliyê hêzeke naskirî ve kûdeta li dijî yekdengî û kodengî û yekrêziya gelê Kurd li parlementoyê hate kirin û ew jî derkirina biryarekî yek alî bo kom kirina pêgeh û rola Serokatiya Kurdistanê yaku hîmaya gelê me ye û herwiha ew kûdetaya han li dijî berejwendiyên gelê Kurdistanê bû.Di civînê de ew bizavên han di rewşa niha de weke metirsiyeke here mezin hatiye wesifkirin û bandora vê yekê li ser asta netewî û nîştimanî gelek xirab dibe û şaştiyeke mezine ku pêdiviye were serrastkirin, lewre di civînê de ew bizava han hatiye redkirin û bi tevahiya karînên xwe ve jî vê li dijî raweste.Hêjayê gotinê ye ku di plana han de çend kesek rola dijminên gelê me lîstin li hember gelê me û destkeft û ezmûna demokratîk ya gelê me û yekrêziya mala Kurd û liwir de bi taybetî Serokê parlementoyê bêalî bûna xwe û şeriyeta xwe ji dest da.Serokatiya partiya me di vê baweriyê deye ku hîn jî derfet heye û dikarin careke din li hevtin pêkwerin û derfet jî heye bo giftûgo kirin li ser ew pêşniyarên ku heta niha ji aliyê derdor ve di vê derbarê de hatine pêşkêşkirin, jiber vê çendê partiya me amadeye bo serrastkirina rewşa niha dest bi danûstandinê bike û mirov dikare ew pêşniyarên han bike bingeha nîqaşan.Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê pişta me bihêze jiber ku pişta me bi gele gelê ku ti kes nikare vê ji armancên xwe dûr bixe.Her bi vê minasebetê jî ku hêdî hêdî nêzî 69mîn salvegera damezrandina PDKê dibin pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya endam û alîgir û dostên PDKê dikin

Nerîna min :