Civak
Li Silopî polisa 3 hemwelati kuştin
Li Silopî di navbera polis û alîgirên PKKê de şer derket.Li silopî jî ji bo polis nekevin nava taxa xendek hatine kolandan. Li ser vê yekê polisa midaxele kir li dijê aligirên PKKê operasyonek kir. Dema polis ketin Taxa Zapê, şer derket çek hatin karanîn di encam de 3 hemwelati hatin kuştin.Aloziya li Silopiya berdewam e.Şevidin li Cizîrê jî çekdarên PKKê bi roketê êrîşê otomobilek ya polisan kir di encam de polisek hate kuştin û 3 polis jî birîndar bûn.Li hinek deverên Kurdistana Bakur rojane di nava polis, leşker û aligirên PKKê de hevçûn derdikeve. Aloziya peydabûyî, jiyana xelkê deverê gelek nexweş kiriye.