Kesayetek û du gotar
Parlementerê HDPê yê Hakkariyê Abdullah Zeydan di axavtinek ya xwe de, gotiye:“ Dê PKK we di tifa xwe de bifetisine “ li ser vê gotinê di derbarê Zeydan de lêpirsîn hatiye vekirin.Abdullah Zeydan dema xwepêşandana HDPê ku êrîşên Tirkiyê yê ezmanî protesto kirîn axvtinek gelek tund kir û di beşek axavtina xwe de gotiye::“ Dê PKK we di tifa xwe de bifetisine “Dema Zeydan ev gotin kirîn bi hezaran kesan destê xwe lihevdan û dan ber tilîliyan.Lê binêrin Abdullah Zeydan kiye.Di salên 90î de Zeydan xwepêşandanên Dogru Yol partisiyê de, propagandistê serokwezîra wî demî Tansu Çiler bû.Di salên 90î de şerek dijwar navbera artêşa Tirk û PKKê de hebû. Babê Abdullah Zeydan parlementerê DYPê (Partiya Çiler) bû.Dema Abdullah Ocalan hatî girtin û anîn girava Îmraliyê, di mitingî de Abdullah Zeydan axavtinekî dike û dibêje: “Emê êrîşê Îmralî bikin û serê Apo ji were bînin“ Bi hezaran kesan jêre li çepkan dan û dan ber tilîliyan.