Em naxwazin dewleta Tirk birûxînin
Duran Kalkan berpirsek bilind yê PKKê endamê konseya serokatiya PKKê ye. Kalkan tevlî bernameyek ya Nûçe TV bû. Duran di axvtinek wek caran kir. Axavtinek balkêş. Piştî vê axvtinê pirsek tê holê.Gelo PKK şerê çi dike? Ji bo çi ciwanên kurd têne kuştin? Duran Kalkan dibêje:“ Ez diwxazim bêjim ku em ne tevgerekin dixwazin dewleta Tirk hilweşînin. Em naxwazin artêşa Tirk ji herêmê derêxin û dewletek din avabikin. Em ne ji bo van tiştan şerê dewletê dikin. Em ne tevgerek ya Gerilla bi vî awayine.Dibêjin ku dixwazin Kurdistanê veqetînin. Em ne cudaxwazin AKP cudaxwaziyê dike. AKP hemwelatiyên xwe ji hev cuda dike. Ev dewlet li kurda dide.“ Duran Kalkan berdewam dike û dibêje:“ Berpirsê MITê dibêje PKK amadehiya serhildaneki dike.Ev ne rast e.Gotina ku PKK xwe ji serhildanekî re amade dike ne rast e.“