Îmarat li ser alîkarîkirina Kurdistanê berdewam dibe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Hesen Ehmed Elşehî sefîrê nû yê Îmaratê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di dîdarekê de, sefîrê nû yê Îmaratê li Îraqê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û ew pêşkeftinên li herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi tayabetî di warê aborî de, bidest ve hatine, bilind nirxandin. Wî got ku tevî hemû alozî û pirsgirêkên li deverê hene, lê belê herêma Kurdistanê bi siyaset û serokatiya xwe ya hekîmane kariye di hemû waran de serkeftinên baş bi dest bixin. Sefîrê Îmaratê got ku welatê wî giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re dide û sermayedarên îmaratî teşwîq dike sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin.Şandeya mêvan sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir u tevî wî barê giranê êkonomî yê li ser milê herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê kariye pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bike, wan bihewîne û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan bike û berheviya welatê xwe nîşan da ku alîkariya koçber û penaberan bikin û hindekê ji barê giranê herêma Kurdistanê sivik bikin.Nêçîrva Barzanî di axaftinekê de helwesta sefîr, hikûmet û xelkê Îmaratê ku karîne têkeliyên baş digel herêma Kurdistanê ava bikin û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin bo hewandina koçber û penaberan ku ji ber tirsa terorê qesta herêma Kurtdistanê kiriye, bilind nirxand. Barzanî got ku herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi Îmaratê re dide.Serokwezîrê Kurdistanê hêviya serkeftinê ji sefîrê nû yê Îmartê li Îraqê xwest û hêvî kir ku têkeliyên Kurtdistan û Îmaratê di hemû waran de zêdetir xurt û berfireh bibin. Barzanî sipasiya sefîrê berê yê Îmaratê li Îraqê kir ku di dema karkirna xwe de karî têkelyên baş û saxlem digel saziyên hikûmet û civaka Kurdistanê ava bike.Rewşa siyasiya Îraqê û têkeliyên Bexda û Hewlêrê mijareke din a civînê bûm sefîrê Îmaratê hêvî xwest ku pirsgirên navbera Bexda û Hewlêrê bi danûstandin û diyalogê bên çareser kirin.