Civak

Li Musilê şerek giran çêbû

Li gundekî nêzîkî Mûsilê, şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket, di encamê de 10 çekdar hatin kuştin.Îro danê sibê li eniya Herdanê li gundê Til Şorê yê Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.Efserê Pêşmerge li wê eniya şer Ebdulxaliq Herkî li ser wî şerî ji malpera KDP.info re got, îro saet 05:30, li gundê Til Şorê çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin ji ber wê jî şerekî giran qewimî.Ebdulxaliq Herkî da zanîn, wî şerî derdora saetek û çarîkekê ajot, êriş hat şikandin û 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 2 Pêşmerge jî bi sivikî birîndar bûn.Wî efserê Pêşmerge diyar kir ku kuştiyekî DAIŞê ketiye destê Pêşmerge û got, wî çekdarê DAIŞê dixwest xwe di nav pêşmergeyan de biteqîne lê beriya ku nêzîkî çeperê bibe hat kuştin.Li gorî agahiyên wî efserî, balafirên şer jî alîkariya Pêşmerge kirin û du cihên DAIŞê li nêzîkî gundê Til Şorê dan ber bombeyan. 

Back to top button