Civak

Saziyeke Kurdistanê dibe Endamê Yekîtiya Ewrupa

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li sala 04.08.2005 li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û bi karên xwe yên xêrxwazî kirina her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin bi pêşniyara Yekîtiya Ewrupa wê yek ji endamên rêxistina xêrxwaziyê ku eve yekemîn rêxistina Kurdistanî ye ku li gel Yekîtiya Ewrupa wê kar bike. Li dirêjahiya berdewamiya serdan û hevdîtinên şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Ewrupa, hevdîtineke taybet li gel Berpirsa Beşa Mirovî ya Karubarê Parlemena Yekîtiya Ewrupa taybet bi Iraqê encamda û têda tîşk xiste li ser rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û hatina wê hejmara zêdeya penaberan û cûdahiya rêxistinên navdewletî ya li bi hanaveçûna penaberan û heman demî de yarmetînedana Hikumeta Iraqê ya penaberan kirin. Piştî sazkirina civînê Komîsyona Bilinda Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî bi awayeke salane li gel rêxistinên mirovî yên navdewletî tê encam dan û têda Komîsyarê Bilindê Penaberên Cîhanê jî amade dibe, îsal bi vexwendineke fermî ya Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî wekî yekem Dezgeha Xêrxwaziya Kurdî beşdarî vê konferansê kir û têda hevdîtinên li gel çendîn rêxistinên mirovî û xwêrxaz de hate encam dan. Her li dirêjahiya hevdîtinê de şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku pêkhatibû ji Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Karzan Nurî Berpirsê Peywendiyan, li gel Dilawer Xalîd Ajgeyî Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa hevdîtineke taybet li gel Elîziya Korsînî Berpirsa Mirovî ya Karubarê Parlemena Yekîtiya Ewrupa ya ji bo Iraqê encamda û têda tîşk xiste li ser rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û hatina wê hejmara zêdeyê penaberan û cûdahî kirina rêxistinên navdewletî ya bi hanaveçûna penaberan û heman demî de yarmetînedana Hikumeta Iraqê ji bo penaberan hate behskirin. Li beramber da Berpirsa Karubara Miroyî ya Iraqê ji bilî li bilind nirxandina kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberan, pêşniyar kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî beşdarî li karubarê mirovî ya Yekîtiya Ewrupa da bike.  

Balkêş e ?
Close
Back to top button