Polîtîk

Japonya amadeye alîkariya Kurdistanê bike

Roja sêşem 07.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ukî Okamoto siyasetmedarê navdar û Şêwirmendê Taybetî yê Serok Wezîrê berê yê Japonya û şandekî li gel kir ku ji Kazoya Naşîda Balyozê Japonya li Iraqa Federal û hejmarek ji şêwirmendên Balyozxaneya Japonya pêk hatibû. Li hevdîtinê de Şêwirmendê Taybetî yê Serok Wezîrê berê yê Japonya ji bo wan pêşketinên li van deh salên derbasbûyî de li Herêma Kurdistanê da li warê cûr bi cûr pêk hatiye pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir. Eve jî ragihand ku welatê wan girîngiyeke zêde bi Kurdistanê didin û Japonya amadeye ku beşdariyekî çalak li yarmetîdana kerta giştî û taybetî ya li Kurdistanê da hebê. Her wiha eve jî xisterû ku welatê Japonya bi nîgeraniyê ve temaşa rewşa asayîşa navçeyê û hereşeya terorîstan dike û rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî li rûbirûbûna terorîstan û parastina pêkhatan bi azayene û nîştîmanperwerane wesif kir. Ukî Okatomo siyasetmedarê navdarê Japonya Pêşmerge bi tenê hêza serkeftî da zanîn ku ku bi awayeke bandor li rûbiruyê teror buye û rola xwe ya li parastina asayîşa cîhanê de dîtiye. Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo berfirehtir kirina peywendiyên li gel welatê Japonya li warê siyasî û aborî û kerta çandinê de ragihand û eve jî xisterû ku li Kurdistanê derfeteke gelek baş heye ku sûd ji şiyanên sirûştî bê wergirtin û kerta çandinê bê pêşxistin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser şerê dijî Da’îş û tekez li wê yekê kir ku Da’îş rêxistineke terorîstî ya cîhaniye û tehdîd û hereşeye li ser hemû aliyek, ji bo wê yekê rûbirûbûna wê de hewla hemû aliyan pêwîste. 

Back to top button