Serxwebûna Kurdistanê çima dereng ma?
Sedema bi cîh man yan jî kalbûna hêza rikeberê dîrokiya PartîCîh bi cîh nekirina maddeya 140 a destûrê, karnekirina derxistina qanûna dahata neft û xaz, bêbeşkirina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji darayî û serbazî ve, birîna budçeya Herêma Kurdistanê, asteng dirustkirina li ber proseya peydakirin û derxistin û firoştina nefta Kurdistanê û êrîşa Da’îş ya li ser Kurdistanê, li ser van hemûyan jî îhmalkirina destûra Iraqa nû ya li ser hatiye avakirin, beşek bûn ji hewlên dest girêdana Kurdan ya derengtir gihîştina armanca damezrandina dewletê.Li gel van hemû sedeman û rastiyên navdewletî da, hê jî li nav Kurdan de heye ku ji (Bazina Taxîtî û Mehellî) derbas nabin û xweliyê li xwe dikin, naxwazin rastiya siyasiya Kurdistanê hezim bikin. Ji bo wê yekê her roj bi (awazekî xerab) dixwazin xelkê dixin nava govendeke kirêt de. Bi vê karê jî avê li wê aşê dikin ku dixwaze bi awayê berê kilîla jiyana Kurdistanê her li destê wan de bimîne û li dariştina nexşeya navçeyê da vê carê jî bi destên betal bêne derve yan jî bêne derxistin. Wate tu girîngiyek bi hestiyariya rewşê nadin.Dibe ku piştî demekê ji gengeşeyan li ber hevdû ketinê, êdî rewşa hêzên rikeberên Silêmanî ( ku hêza rikeberên dîrokîne ji bo Partî(PDK)) eger bi awayeke destpêkî jî be rêkkeftinekî destpêkî li navbera wan de pêkhatiye. Êdî zehmete Partî(PDK) bikarê bergiriyê li rewşa heyî de bike.) Ewê li serê ne axaftina mine, belku ji nivîsa kadirekî bereya (hêza rikeberiya dîrokiya Partiye).Her çende ew (bereye) ya rasttir ew sengere, ku bandore bi hewl û gotara xelkê dinê ji bilî Kurdistanî, li ser wan bingehan û li gor wê têgihiştinê baweriyê bi xwe anîne ji derveyê daxwaza gel li vê derfeta pêkhatî temaşe dikin û xewn bi partiyekî lawaz û bêkar û kirdar dibînin yan kar ji bo wê dikin, bi taybetî, li yek demê de behsa cokên girîngên pêkhatina armancê dikin ku dibêjin: Bi destê partîne, li heman demî de dibêjin: (Em nizanîn Partî çi dixwaze.), ku li dawiya vê nivîsêda daxwaza Partî ya bersîva pirsiyarên wan didim.Ew alozî û şêwan û zêdetir şêlokirina heftiyeke li nav saziyên fermî de û mektebên siyasî û ragihandina Kurdistanê heye û kiriye bi pirsa hejmara yeka Kurdistanê ku li cem Partî ve ne nû ye, belku beşekin ji hizir kirin û hewlên kevin. Eger nebêjim planên kevinê kalbune, ku li bingehê de ji aliyê sengera dijî Kurd birêve dibin. Lê belê ferqa wan zanyariyên ku niha û ji ewên berê de heye eweye, berê ji aliyê welatên cîran ve wê karê dikirin û birêve dibirin, niha bi tenê bi fermana Îran û bi serpereştiya Nûrî Malîkî û li rêya bi kirê girtina ewên ji xwe re dibêjin bereya (hêza rikeberiya dîrokiya Partî) ve tê bi cîhkirin.Ez li ser rîtma nivîskaran, naxwazim daxwaz ji aliyên siyasiyan ya rasttir (Hêza rikeberiya dîrokî ya Partî) bikim bila bi xwe da biçin û dev ji sengergirtina li Partî bînin. Ji ber ku li aliyek de eve bi karê xwe nizanim, li aliyekî din ve piştî guhertinên cîhanê û pêkhatên dawî ku hê jî bi dawî nehatiye, divê kar li ser veberhênana wan pêkhatan bikin, neku bi dirustkirina kêşeyan wan îhmal bikin.Berî me, dijminên me gelek baştir ji wan pêkhatan agahdarin, ji bo wê yekê her carê bi awayekî hewla xwe ya dijî bi wan armancan zêdetir dikin. Lê belê ji wê yekê bêagahîne ku Kurd paşve nakişe, dibe ku bikarin hinek hengavan dereng bixin, lê belê tu demekî nikarin neçar bikin ku li paşve vegerin, bi taybetî hem cîhana azad mikure li ser yarmetiyên Kurd ya ji bo pêkanîna armancên xwe, hem agirê wê şerê li navçeyê heye, ku ji taqeta Iraq û Sûriye derketiye û êdî wê li hinek welatên din de jî ev yek pêkbê. Ji bo wê yekê sengera (hêza rikeberê dîrokî ya Partî) bi xwe dûr girtin û xwe deravêtina li berjewendiyên nîştimanî û neteweyiyan neku her bi cîh dimînin, belku li ber çavê gel gelek kal dibin, bi taybetî li meydana siyasiya me da ezmûna wê kalbûnê geleke. Ewê Partî jî dixwaze û kar ji bo wê dike gihandina Kurdistaniyane bi qonaxên hêja yê qurbaniyan, paşê çaksazîkirin û berengarbûna gendeliyê bi navê dabînkirina Kurdistanekî geş û dewlemend ji bo me hemûyan bi bê cûdahî.Kerîm Qadir