Nivîsar

Rastkirina şaşiyekê

Niviskar Zeynelabidin ji beri niha di derbarê encama dadgeha ku li dijê nivîskar Şakir Epozdemir vekirî de daxuyaniyek belav kirîbû. Herweha Epozdemir jî bersiva vê daxuyaniyê dabû. Zinar niha jî ji bo serastikirina beşek ji daxuyaniyê nivîsek ji bo Rojevakurd rêkiriye û şaşiya hatî kirin ras dike. RASTKIRINA ŞAŞIYEKÊ Çewa ku tê zanîn, Şakir Epozdemir çend car nivîsên bêtoreyî û bêsînor li dijê min belav kiribû. Min jî bi alîkariya ebûqatan doz lê da vekirin. Piştre min roja 23/04/2015 bi nivîsekê li Rojeva Kurd weha dabû weşandin: ”Dadgeha Stembolê ya ”29. Asliye Ceza Mehkemesi”yê, (Dosya: 2014 348 Esas, Tarixa Rûniştinê: 21/04/2015, Celse No: 2) sezayê 90 rojî pere û heta pênc salan bi mercê ku sûcekî din neke, pênc sal jî sezayê girtigehê da Şakir Epozdemirî.” Li ser daxwaza ebûqatê dozê, ev gotina ”pênc sal jî sezayê girtigehê da Şakir” şaş e, rastiya wê weha ye: ”…heta pênc salan bi mercê ku sûcekî din neke…” ye. Ji ber vê şaşiyê, lêborîn ji Raya Giştî û Rojeva Kurd dixwazim. 15/ 06/ 2015 Zeynelabidin Zinar

Back to top button