Tu pêwendiya PDKê û PKKê nemaye
Duran Kalkan endamê konseya rêvebir ya KCKê di daxuyaniyek ya xwe di Nûçe Tv de, behsa rewşa hilbijartina Tirkiye û encamên hilbijartina kir.Herweha Kalkan behsa pêwendiyên PKKê û PDK kirin.Di vê derbarê de Kalkan got: PDKê jî weke AKPê kir û hemû pêwendiyên xwe li gel PKKê rawestandin.Kalakn behsa Başûrê Kurdistanê kir û got: Hemû perçeyên Kurdistanê rabûne ser pê û xebatê dikin û Herêma Kurdistanê nûnertiya hemû Kurdan nake.”Herî dawî got: Tu pêwendî navbera PDKê û PKKê de nemane.Kalkan rastiya PKKêgot. PKKê tu cara heyina Kurdistana Başûr û desthilatdariya Barzanî hezim nekiriye û nake jî. Herweha herdemî PKKê li gora vê jî xebata xwe kiriye û dike. Li vê derê pirs rewş û helwesta PDKê ye. Gelo PDK heta çi radeyê bi yekê gihaye?Ji aliyê din hinek partî li Başûr eşkere şirikatiya PKKê di van helbestên ne rast û diminaye di derbarê PDKê de dikin.Herweha dema mirov rewşa medya PDKê bi xwe jî dinêre xuya dike ku ew jî bi awayekî pişgiriya eniya li dijê PDKê dike. Ji xwe musîbeta mezin jî di vê de ye.Heta rastiya siyasetê neyê dîtin mirov bi hemd yan jî bê hemdê xwe xizmeta fikra li dijê xwe re jî dike.Heta niha jî di derbarê daxuyaniya Duran kalkan de PDKê tu bersiv nedane.