Ocalan: Bila gel di referandumê de birayarê bide
Serokê PKK-ê Ocalan bi rêya parêzerên xwe ji Îmralî di derbarê biryara PKK-ê ya agirbestê û helwesta BDP-ê ya boykot kirina referandumê de hinek dîtinên xwe gotin. Ocalan di derbarê agirbesta PKK-ê de got:
“ Ligora min demê agirbestê dikariya piçekî din kêmtirbûya jî, mesele heta referandumê besbû. Ya girîng ewe ku, ev pêvajoya agirbestê baş bête nirxandin. Divê hemî alî ji her demî gelektir kar bikin. Eger hinek bêjin ku hema her tişt dê di ji xwe de bête çareserkirin ew xwe dixapînin. Ji ber ku ev proses dikare bibe sedema aşitiyek mezin û çareseriyek demokratîk peyda bike. Lê dikare eksê vê jî çêbe û bibe sedema derketina şerek mezin. Lobiyên şer yên Ergenekonê cardin kar dikin.“
Di derbarê boykotê de jî Ocalan got: “ Wek tê zanîn pakêta destûrê raste rast tiştekî ji kurda re nayne. Wek pirsa kurd tune hatiye qebûlkirin. Gelê me divê serbestî vê yekê niqaş bike. Bi van guhertinan Ak-Partî bandora xwe berfirehtir dike. Divê ev yek bête dîtin, em nekevin vê xefkê. Bila gelê me heta roja dawî vê yekê niqaş bike,bila çavrênîna bike û li gora wê jî biryara xwe bide û meyla xwe di referandumê de bide kifşkirin.“