Polîtîk

Li Hewlêrê serok Barzanî bi Jeffrey Filtman ra civiya

Îro yekşemiyê 15.08.2010 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Jeffrey Filtman cîgirê wezîra derveya Amerîkayê bo karubarên Rojhilata Navîn û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de ku  Nêçîrvan Barzanî amade bû, cîgirê wezîra derveya Amerîkayê bo karubarên Rojhilata Navîn behsa rewşa aram û avadaniya herêma Kurdistan kir û ragihand ku Kurdistan bi giştî û paytexta wê bi taybetî gelek hatiye guhertin û roj bi roj jî ber bi pêş diçe. Filtman  got ku her cara ew serdana Hewkêrê dike  hest dike ku pêşketin û guhertinên mezin çêbûne û wî ew yek  jî bo hîkmet û rola serok Barzanî vegerand, ”ji bo wê yekê destxweşiya wê pêşketinê lê dikim û hêvîdarim ku cihên din yên Iraqê jî weke Herêma Kurdistanê lê bên.”

Paşê her du alî pêvajoya siyasî û berbestên rêya demokratî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê da guftugo kirin û di vî warî de serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasiya îro ya Iraqê û ew guftugoyên ku heta niha li navbera qewareyên siyasî da bi mebesta pêkanîna hikûmeta nû hatine kirin b û erçav kirin. Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa wan astengan kir ku heta niha bûyne sedema pêkneanîdna hikûmeta nû kir.

Serok Barzanî ew pêngavên destûrî û qanûn ji bo çawayiya çareserkirina pirsgirêka posta serokwezî,  encamdana refurman di saziyên hikûmeta federe  de,  postên bilindên welêt û dabeşkirina desthilatan ji Filtman  ra behis kir. Barzanî got ku dabeşkirin desthilata jî garantiya berdewamiya proseya siyasî û demokratiyê ye  li Iraqê û tekîd jî li wê yekê kir ku di vê qonaxa Iraqê da pêwîste hikûmeteke hevbenda nîştimanî pêkbê ku giradayî destûrê bê, ew destûra ku bi destkeftekî herî mezina Iraq û herêma Kurdistanê tê zanîn.

Her wiha di vê hevdîtinê de serok Barzanî helwesta herêma Kurdistanê ronahî kir ku ew jî lihevnêzîkirina dîtinên cihê yên alî û qewareyên siyasiyên Îraqê ye.

Ji aliyê xwe ve, cîgirê wezîra derveya Amerîkayê bo karubarên Rojhilata Navîn, tevî behiskirina guftugoyên xwe yên li gel berpirsên bilindên Iraqê li Bexdayê , wî herwesa behsa civînên dawiyê yên  berpirsên Amerîkayê  li Iraq digel serokê Dewletên yekgirtiyên Amerîkayê kir û tekîd li wê yekê kir ku serok Obama girîngiyeke mezin dide Iraq û herêma Kurdistanê û dixwaze pêwendiyên Amerîka li gel herêma Kurdistanê da pêwendiyekî demdirêj be.
Cîgirê wezîra derveya Amerîkayê bo karubarên Rojhilata Navîn balkişand li ser wê yekê ku ew bernameya Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî pêşkêşî aliyên serektiyên Iraqê kiriye bernameyekî tijeye û xalên gelek baş têda hene ku li gel wan çaksaziyan ku welatê wan daxwaza encamdanê dike, diguncin.

Her wiha vekişana hêzên Amerîkayê ji Iraqê, çawayiya pirkirina valahiya ewlehiyê bi peyman li gel hikûmeta nû, girîngiya pêwendiya di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê û bihêzkirina wan pêwendiyan û rexsandina bingeheke zêdetir hevkariya di navbera wan da mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button