Koreya Başûr du bîrên patrolê li Kurdistanê dîtin
Şîrketa Petrola Nîştimanî ya Korya Başûr 2 bîrên petrolê yên nû li herêma Kurdistanê dîtiye ku tê çaverê kirin 2 milyar bermîl petrola yedeg têde be.
Malpera nûçegîhaniya “Steel Guro” ya navdewletî ya taybet bi aborî û bazirganiyê îro belav kir ku 2 bîrên petrolê yên nû li deverên Bazyan û Sengaw yên ser bi kerta enerjiyê ya herêma Kurdistanê hatiye dîtin ku tê çaverê kirin 2 milyar bermîl petrol têde be.
Şîrketa Niştimanî ya Korya Başûr wiha ragihand, “Em nikarin niha bi awayekî fermî qebareya petrola yedeg a wan 2 bîrên petrolê aşkera bikin û pêwîste piştî şêwirîn di gel berpirsên herêma Kurdistanê di vî warî de daxuyaniya fermî bidin”.
Çavkaniya han wiha pê de çû, “Ewa ku niha tê çaverê kirin ku bîra petrolê ya Bazyan 1 milyar û 270 milyon bermîl petrola yedeg ji xwe bigre, hevdem bîra Sengaw 790 milyon bermîl petrol li xwe bigre”.
AKnews