Polîtîk

BDP dikare biryara boykotê biguherê

Meclisa BDP-ê ji bo nirxandinek li ser biryarên kongreya civata demokratîk li Diyarbekir civiya.Civîna BDP-ê di serokatiya hevserokên pertiyê Selahattin Demirtaş û Gulten Kişinak de civîna xwe kir. Di civînê de li ser pirsa agirbestê û referandumê jî sekinîn.

Piştî civînê li ser pirsekî Demîrtaş got:

“ Bê goman em dikarin helwesta xwe ya referandumê berçavre derbas bikin. Lê ev helwesta hukumetê ve girêdaye. Eger hukumet ji bo daxistina baraja hilbijartinan xebatekî bike û hinek daxwaziyên BDP-ê berçav bigre û gavekî bavêje, em dikarin helwesta xwe biguherin. Yanî hukumet demana hinek guhertina bidê me, di qanûna terorêde guhertinekî bike, hevalên me yên girtî bênê berdan û hinek guhertinên din di destûrê de bêne kirin, dê BDP biryara boykotê berçavre derbas bike.“

Back to top button