Kultur

Yaşar Kemal serdana Kurdistanê dike

Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî nivîskarê mezin Yaşar Kemal dawetî Hewlerê kir. Dawetname bi rêya nûnerekî ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Berhem Salih ve hatiye şandin.

Ji ber nexweşiya Yaşar Kemal a di pişta wî de wextê serdanê nuha ne diyar e lê Yaşar Kemalî ragihandiye ku ewê bi xwe roja vê serdanê diyar bike.

Yaşar Kemal ê di rojên serdana xwe de li Hewlerê û Silêmaniyê beşdarî civîn û kampanyayên îmzeyên ji bo pirtûkên xwe jî bibe.

Ji aliyê din ve hukumeta Kurdistanê jî dixwaze peykerê Yaşar Kemalî li Hewlerê biçikîne lê Yaşar Kemal li dijî vê derketiye.

Yaşar Kemal di vê serdana xwe de ê bi serokkomar Talebanî û serok û rayadarên Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.

 

 

(Welatperwer)

Back to top button