Polîtîk

Britanya amadeye her warî de alîkariya Kurdistanê bike

Îro çarşem 29.04.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rîçard Baronz Serok Erkanê Artêşa Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Engos Mikî Konsolê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek ji efser û şêwirmendên artêşa Brîtanya pêkhatibû.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan nirxandin û danustandinê bîr û ramanê di derbarê proseya azad kirina Musil û qonaxa piştî azad kirina Musilê û amadekariyên hêzên Iraqê ya azad kirina navçeyên bin desthilata Da’îş kirin.

Her li vê kombûnê da şanda mîhvan behsa rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kirin û proseya meşq û rahênana Pêşmerge bi nimûneyî wesif kir.

Li beşekî dinê vê kombûnê da Serok Erkanê Artêşa Brîtanya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li hemû qonax û rewşek da dûpat kir. 

Back to top button