Polîtîk

Serok Barzanî serdana Mam Celal kir

Li vê hevdîtinê de ku her yek ji rêzdar Kosret Resul Elî û Dr Berhem Ehmed Saleh Cîgirên Sekreterê Giştî û xanim Hêro Îbrahîm Ehmed û hejmarek ji endamên mekteba siyasî û serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi dûbare bi hevdîtina Mam Celal derbirî, bi taybetî ku tendirustiya rêzdar gelek başe û li berev pêşveçuna berdewam daye. Serok Barzanî ji bilî tekez kirina li ser girîngiya rola  Talebanî li pêşhat û guhertinan da, ragihand: Bi taybetî hatime Silêmaniyê heta serdana cenabê we bikim û ji nêzîk ve halê we bipirsim. Heman demî de bo ku cenabê we agahdarbin çend rojekî din li ser vexwendineke fermî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, serdana wî welatî dikim.

Li mijareke dinê hevdîtinê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa Herêma Kurdistanê li hemu war û astan da bi taybetî piştî têkşikandina Da’îş li çendîn navçe û asta rûbirûbûna terorê li Iraqê, tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste bi hemû awayekî berengariya hizr û bîra tundrewiyê bibîn.

Li beranber da,  Mam Celal dilxweşiya xwe bi wê pêşketina meydaniya ku Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê û derbirî û heman demî de xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ji bo Amerîka derbirî.

Li dawiyê da Serok Barzanî hêviya tendirustiya baştir ji bo Mam Celal xwest û ragihand piştî serdana Amerîka, dîsa serdana rêzdar dike heta encama kombun û hevdîtinan li gel berpirsên bilindên hikumeta Washington bi rêzdar ragihîne û Serok Mam Celal jî spas kir. Piştî bi dawî hatina serdanê jî, Serok Barzanî bi germî ji aliyê Serok Mam Celal û Cîgirên Sekreterê Giştî û xanim Hêro Îbrahîm Ehmed û endamên mekteba siyasî û serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê ve hatibû rêkxistin.

Back to top button