Aydinlik: Ocalan û MITê listeya HDPê amade kirin
Do Rojnama Aydinlik a Tirkî de di derbarê amadekirina listeya berendamên HDPê de nûçeyek balkêş derketiye.
Di rojnameyê de tê îdia kirin ku listeya HDPê ji aliyê Ocalan û berpirsên MITê ve hatiye amade kirin.
Li gora rojname dibêje: HDPê xebata ku ji bo berendama kirî listeyek amade kir û rêkir Qendil û Îmralî. MITê ev liste bire Îmralî. Kesên MITê yên ku lîste birîn Îmralî li gel Ocalan nirxandinek li ser lîsteyî kirin. Lîsteyek nu hate amadekirin. Dema heyeta HDPê serdana Îmralî kir Ocalan lîsteya nû da heyeta HDPÊ.
Rojname berdewam dike: Dema berpirsên HDPê lîste dîtin man ecêb mayî. Demirtaş gotubû Altan Tan di listeyan de cîh nagire nabe berendam. Lê lîsteya Îmralî de navê Altan Tan hebû. Navek balkêş jî di lîsteya Ocalan de navê Dilek Ocalan bû. Kesek di heya HDPê de dema navê Ocalan lîsteyê de dît got: Dê navê Ocalan li bajarên Rojava bibe sedemê windakirina denga. Lê jê re gotin ku Ocalan welê dixwaze.
Li gora agahdariyên rojnamê lîsteya Ocalan di nava HDPê û Îmralî bû babetê minaqeşeyê. Heta hate gotin ku Ocalan Demirtaş peçikand.
Bepirsek yê HDPê ku nexwest navê wî/wê bête zanîn got : Herkes ji vê lîsteyê mat mayî bû.Li dewsa kesên rêxistina partiyê dixwest kesên din cêh girtin. Hinek kesên ji Tirkan jî deng bigirtan di lîsteyê de hebûn. Lê listeya ku dayîn Dezgehê Hilbijartinê ev nav tûnebûn. Niha rewşek hate holê ku em jî nikarin îzah bikin. Gotina “ bi vî awayî minasib hate dîtin“ partiyê tetmîn nake. Dixweyê hinek hesab ji bo piştî 7ê Hezîranê têne kirin. Kes naxwaze minaqeşeya lêstê çîbibe. Herkes dibêje em vê yekê piştre xeber bidin.