Kurdistan li rojek de 625 hezar bermîl neft dişîne
Cîgirê Serokê Lîjneya Uze(Enerji) û Samanên Sirûştî li Parlemena Kurdistanê ragihand, rêjeya nefta henardekiriya Herêma Kurdistanê li gor daxwaza Bexda û zêdetire, Herêma Kurdistanê jî sedî sed pabendî peymana neftêye. Li van çend rojan da rêjeya wê neftê rojane digihe 625 hezar bermîlan.
Dilşad Şaban Cîgirê Serokê Lîjneya Uze û Samanên Sirûştî li Parlemena Kurdistanê got: Wezîrê Samanên Siruştî bi min ragihandiye ku ji niha de bire nefta henardekiriya Herêmê çende, lê belê ez naxwazim bi tevahî rêjeyê bidim, ji ber ku paşê hemû li raporek da dihête belav kirin. Tenê dibêjim rêjeya nefta henardekiriya Herêmê li gor daxwaza Bexda û zêdetire jî. Niha Herêm sedî sed pabendî peyamana neftê ye û rêjeya wê li rojek de digihe 625 hezar bermîlan.
Şe’ban balkişand li ser wê yekê ku niha Bexda tu hêcetekî wî nemaye ku bûdceya Herêma Kurdistanê neşîne yan paş bixe, ji ber ku niha Herêma Kurdistanê sedî sed pabende û nirxa neft jî li bazarên cîhanê da bilindbûnê bi xwe ve dîtiye, ji bo wê yekê eger Bexda sedî 17ê bûdçeya Herêmê jî neşîne, divê mûçeya tevahiya fermanberan bişîne.
Cîgirê Serokê Lîjneya Uze û Samanên Sirûştî li Parlemena Kurdistanê ronahî kir ku Bexda pêwîstiyekî zêdeya aborî bi Herêma Kurdistane, ji ber ku ji aliyê kêm ve eger boriyên nefta Herêmê nebûya, nedikarî nefta Kerkûkê henarde bike û li ruyê serbazî û siyasî ve jî pêwîstî bi Herêma Kurdistane.