Şeşo: Belê em pereyan ji Bexdayê werdigirin
Seyder Şeşo berpirsê hêza bi navê Hêza Parastina Şeingalê di hevpeyvîneke xwe de eşkere dike ku, wî û grûpa wî pere ji Bexdayê û bi tyabetî ji rêvebirên Heşda Şeibî wergirtine û bi ser çekdarên xwe de dabeşkirine.
Malpera BasNewsê eşkere dike ku, Heyder Şeşo di hevpeyvîneke xwe de digal wê malperê ku, di 23.02.2015ê de ew hevpeyvîn hatiye encam dan, îtîraf kiriye ku, budece û miaşê wan ji Bexdayê tên û wan pere ji Bexdayê wergirtine.
Şeşo ku, nuha bi tawana avakirina hêzeke neqanûnî derveyê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê bi navê Hêzên Parastina Şingalê (Heşda Şeibî li Şingalê) ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê vehatiye girtin û ew dibin lêpirzînê de ye, dibêje Bexdayê îtîraf bi hêza wî ya çekdar kiriye û ew pereyan ji Desteya Hêzên Heşda Şeibî werdigire.
Li gor malpera navborî, Heyder Şeşo di wê hevpevîna xwe de gotiye: ”Ew hêzeke fermî û qanûnî ne ji ber ku Bexdayê îtîraf bi wan kiriye. Miaşê meha çileya pêşîn a sala 2014ê û meha çileya paşîn a sala 2015ê me ji Bexdayê wergirtiye û bi ser çekdarên xwe dabeşkiriye. Ew pereyên hatine dabeşkiirn nêzîkî 415 hezar dolar bûn digel çend otomobîl û pêwîstiyên din yên leşkerî ku, bi 100 milyon dînarên Îraqê me kirîne. ”