Polîtîk

Heyeta PAKê Li Kerkûkê Seredana Dr. Kemal Kerkûkî Kir

Heyeta PAKê(Partîya  Azadîya  Kurdistanê) ku ji endamên Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Evdirrehmanê Gundikî  û  Orhan Kaya pêkhatibû, li Kerkûkê di cepheya şerî de bi  Endamê Mekteb Siyasî û Berpirsê Eleqatên Herekeya Netwewî yê PDK(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq)  û Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê – Mihwer, rêzdar  Dr. Kemal Kerkûk re hevdîdinek  pêk anî.

Di hevdîtina heyeta PAKê û Dr. Kemal  Kerkûkî, herdu aliyan di derbarê rewşa Kurdistanê, Iraqê , Tirkîyê  û yekitiya netewî de, di derbarê şerê li dijî DAIŞê de ahagdarî dane hevdu, şîrove û nirxandinên siyasî û gelemperî  hate kirin.

Heyeta PAKê bahsa, xebatên PAKê  yên li bakurê Kurdistanê, Tirkîyê û Ewrûpayê kir  û piştgirîya xwe ya jibo Dewleta  Federe ya  Başûrê Kurdistanê bilêv kir.

Rêzdar Dr. Kemal Kerkûkî  jîbo vê seredanê spasiya heyeta PAKê kir û kêfxweşî ya xwe bilêv kir.

Herdu alî jî gîhaştin wê qeneetê ku, divê peywendiyên herdu aliyan  pêşde biçe û germtir bibe.

Hevdudîtina PAKê û  Dr. Kemal Kerkûkî   bi awayekî  germ, dostane û berhemdar derbas bû. 06.03.2015

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button