Polîtîk

Tevger Helebçe bi awayek cuda yad kir

Tevgera Ciwanên Kurdistanê îsal bîranîna 27 saliya komkujiya Helebça Şehîd bi çalakiyek cuda yad kirin.

Tevgerê 16ê mehê çûn goristanê û şev jî li Merdîn/Qoserê kom bûn û çirayên miradê ji bo giyanê şehîdên Heleb çe rêkirin ezmana , Çira wek sterkan dibirikîn. Ezmanê Qoserê ronî bû.

Di derbarê çalakiyê de endamek Tevgerê dibêje:

Berî 27 salan xwişk û birayên me yên başûrê Kurdistanê ji ber zilma Saddam û ji ber gazên kîmyevî mecbûr man û hatin bakûrê Kurdistanê. Li Mêrdîn, Qosarê li kampeke ku dewletê çêkiribû bicih bûn. Gelek ji wan, ji gaza Helepçeyê bitesîr bûbûn û li wê kampê şehîd bûn. Ji bo wan şehîdan li nêzî kampê goristanek çêkirin û wan li wê derê veşartin.

Wek Tevgerê em îro bi minasebeta 27. salvegera komkujiya Helepçe, çûn goristana şehîdên Helepçe.

Em ji Qosarê bi konvoyeke çûn heta goristanê. Her endameke Tevgerê Alayeke Rengîn girt û li ser goreke sekinî. Me mizgîniya binketina Saddamê hov, şer û serkeftinên Pêşmergeyên qehreman da şehîdan. Me mizgîniya bayê serxwebûnê ku li Kurdistanê digere da wan.

Me soz da şehîdan ku emê tim bi doza serxwebûnê ve girêdayî bin û di hemû şert û mercan de bi tenê şerê serxwebûnê bikin.

Herweha  Tevgerê di çalakiya xwe de daxuyaniyek jî belav kir.
 

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

Heta îro gelek jenosîd bi serê me Kurdan de hat. Yek ji wan jî Helepçe ye.

Helepçe, perçeyeke jenosîda Enfalê ye. Di encama vê jenosîdê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Belê, navê yê ku fermana qetilkirina Kurdan dabû Saddam bû; lê di eslê xwe de sedema vê jenosîdê û navê wî dagirkerî bû, bêdewletbûn bû. Gelek kesan, gelek caran bi navê cuda cuda vê fermanê dan. Navê wan carna bû Saddam, carna bû Hafiz Esad, Carna bû Atatirk, carna jî bû Xumeynî… Lê sedem her tim bindestî û bêdewletbûna me bû.

Em îro li vê derê di şexsê şehîdên Helepçeyê de hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê Saddam de hemû dagirker û qatilên Kurdan nelet dikin.

Em soz didin hemû şehîdên Kurdistanê. Emê tim ji bo sedema şehîdbûna wan ji holê rakin, yanî bibin dewlet têbikoşin.

Bijî Kurd û Kurdistan.

TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

16.03.2015

Back to top button