Kultur

Albuma Sena Dersimî ya nû “Nêama” derket!

 

Sena Dersimî ji sala 2001an û vir de ye li Almanyayê dijî. Dema ku di musabeqeya Medya Tv ya muzîkê de bû yekem, nav û dengê wê belav bû. Sena Dersimî albuma xwe ya yekem  “Asme û Per” di 2005an de, ya duyem “Azdanê” di 2009an de derxist. Albuma sêyem “Nêama” ku bi piranî tê de cih daye berhem û xebatên xwe, bi etîketa PEL Records derdikeve.

Di vê albumê de neh stran hene. Hunermenda hêja vê xebata xwe  bi sernivîsa “Êdî nameyê cinîke kî esto: Kewe”  (Êdî navê jinikê jî heye; Kewê) pêşkêş dike..

Sena Dersimî, ne tenê bi şirovekarîya xwe, her weha bi nivîsîna stranan û bestekarîya xwe jî balê dikişîne. Di vê albumê de li gel stranên  “Lorî”, “Haylemê”, “Destê Yarî” straneka gelek hestyar  “Nêama” jî cih digire. Muzîk û gotinên van stranan yên hunermend bi xwe ne. Di strana “Nêama” de êş û xema Dayikên Şemîyê tîne ziman. Gotinên “Şuwara Kirmancîyê” yê Emir Ali Yağan e lê la muzîk ya Sena Dersimî ye.

Sena Dersimî bi strana  “Haylemê” hawara qetlîama Dêrsimê ya 1938an,  hêrişa ser Kobanîyê ya îlona 2014an  û berxwedana kurdan tîne ziman.
Hunermenda hêja dibêje: bi zimanê xwe qisekirin û girîn, kenîn  û muzîkçêkirin û strangotin  tiştekî din e, çêjeke din e. Hemû stranên ku wê bi xwe nivîsîye û muzîka wan çêkirîye, bi zimanê dayika wê (Kirmanckî/zazakî) hatine nivîsîn.

Yek ji stranên  navdar û balkêş ku di  albumê de cih digire, strana  “Sebra Dilê We Ka”ya Şivan Perwer e. Sena Dersimî di 2006an de, li Almanyayê, di konsera “Di Muzîka  Dunyayê de Dengê Kurdan” de, li gel Şivan Perwer derketibû sahneyê.

Sena Dersimî di vê albumê de cih daye sê kilamên berê jî: “Ondêra Çuxurê” straneke kirmanckî (zazakî) ya shîn û derdan a li ser serhildana  Dêrsimî ye. “Dîlbera Min” ku berê jî gelek caran hatîye gotin û strana  “Dadê” ku ew jî bi kurmancî ye.

Hunermenda ku di zaroktîya xwe de li Dêrsimê bi muzîkê re mezin bûye, di stranên xwe de, ne ku tenê cih dide ziman, melodî û rengên welatê xwe, her weha şirove û besteyên xwe jî bi sounda xwe û zimanê muzîkê jî bi awayekî serkevtî pêşkêş dike.

Hunermenda hêja dibêje: “Muzîk wek raz û sirekê di dilê meriv de cihê xwe digire. Bi hiskirineke taybetî ya efsûnî ya muzîkê meriv diherike û diçe. Ez ketime pey muzîka dilê xwe, li xwe digerim, li ruhê xwe digerim.” Ew bi albuma “Nêama”yê berhemên netîceya vê lêgerînê, bi guhdarên xwe re parve dike.

Amadekarê albuma “Nêama” PEL Records e. Produktorê muzîkî wekî her du  albumên berê yên Sena Dersimîyê, dîsa Hakan Akay e. Album li Bonnê di studyoya Weqfa Şivan Perwer de û li Îstanbul di studyoya Alekka de hatiye qeydkirin. J derveyî Hakan Akay Roland Büttgen, Philipp Bardenberg, Reza Samani, Joss, Ertan Tekin û Serkan, grûba sazên kevankî Istanbul Strings û M.Ali Güler (Zelê Melê) beşdarî vê  xebatê bûn.

Belavkirina giştî ya Albuma “Nêama”yê  Sony Music  dike. Album li hemû marketên muzîkê yên navdar û li platformên dîjîtal peyda dibe.

Back to top button