Polîtîk

Barzanî: Daîş tu paşarojeke xwe li vir tûneye

Berî nîvroya îro yekşem 15/03/2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li mîhwera Rojavayê Dîcle li gel kesayetî û Serok hozên Rojavayê Dîcleyê (Rebî’e, Zummar û Şengal)ê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî li gotarek da tîşk xiste li ser rewşa deverê ya li qonaxên dema êrîşa Da’îş û piştî azadkirina navçeyê ji aliyê Pêşmerge ve û behsa reftara çepelên rêxistina terorîstiya Da’îş beramber xelkê wê deverê kir û daxwaz ji amadebûyan kir ku hemahengiya wan ji bo birayetî û pêkvejiyanê hebê û tekez li ser peywendiya dîrokiya di navbera Kurd û Ereban kir û ragihand: Rewa nîne rê bi sîtemkaran û nehezan bê dayîn û şer û nakokiyên Da’îş bikin nakokiya di navbera wan dû gelên ku demeke pêkve dijîn.

Her li vê kombûnê da, Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê bi bîra Serok hoz û kesayetiyên Erebên navçeyên Şengal, Rebî’e, Bendava Mûsil û Zummarê anî ku li dema raperîna mezina sala 1991 tirsa wê yekê me hebû ku piştî Kurd berev ruyê kîmyabaran û Enfalê bû, piştî azadiyê hêvî bi tolhildanê bibe. Lê belê gelê Kurd serbilindane bingeha tolhildanê jî nehişt û bingehên pêkvejiyanê li berçav girt.

Serok Barzanî behsa çepelên Da’îşê kir û balkişand li ser wê yekê ku ew navçeyên ji aliyê terorîstan ve hatine dagîr kirin kavil kirin û xelkê navçeyê dîtin ku ew terorîst çend dijî mirov û paşketinê ne. Her wiha derket ku Da’îş ji bilî li kavilkariyê tu tiştekî pêşkêşî navçeyên Sunne nişînan nekir.

Serok Barzanî ragihand spas ji bo xweda niha zêdetirê navçeyan ji çengên Da’îş hatine rizgar kirin. Niha jî pêwîstiya me hemûyan ji bo dirustkirina peywendiyekî nû heye û rê nadîn kesek destdirêjiyê bike ser xelkê navçeyê û hemû aliyek jî mafê xwe heye bi azadî bijîn û kerameta wan parastî bê. Lê belê pêwîste her yek ji aliyê xwe ve rola xwe ji bo parastina aramî û asayîşa navçeyê bibîne û her xizmetguzariyek li navçeyê pêwîst bibê tê pêşkêş kirin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim wan xizmetguzariyan dabîn bike û daxwazê ji Hikûmeta Federal dikim hevkar bê.

Serok Barzanî bi Serok hoz û kesayetiyên navçeyê ragihand ku ewê ku fermanrewayiya Da’îşê pê diruste, ewe rê didîn biçê nav Da’îş ve, lê belê ewê ku rola xerap bibînê û sîxuriyê bike, li vir cihê wan nabê. Her wiha tekez jî kir her kesê hevkariya wan terorîstan kiriye, bi wî awayî muamele li gel da dikin ku li gel Da’îş da tê kirin.

Serok Barzanî tekez jî kir ku her kesek li Herêma Kurdistanê da bijî, azade li peyrewkirina ol û taybetmendiyên xwe, tekez jî kir ku ew navçeyên ku me azad kirine beşekin ji Herêma Kurdistanê û ji bo navçeyên din jî em amadene hevkariyê bikin.

Her li vê kombûna li gel Serok hoz û kesayetiyên Erebên devera Rojavayê Dîcleyê, Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser birayetiya Kurd û Ereb kir û ragihand ku Da’îş nikarê birayetiya Kurd û Ereb têk bide û Da’îş tu paşerojekî li vir tûneye.

Li beranber da Serok hoz û kesayetiyên Erebên navçeyê rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê û Hikûmet û li ser wan re jî rola Serok Barzanî ya ji bo parastina can û malên wan bilind nirxandin û ragihand ku Pêşmerge mîsogeriya parastina ser û malên wan e.

 

Ji bo temaşe kirina videoya vê gotara Serok Barzanî ji kerema xwe li ser vê lînkê bitikînin.​

Back to top button