Polîtîk

Tevgerê roja jinan pîroz kir

Îro bi minasebeta “Roja Jinên Kedkar ên Cihanê” endamên Tevgerê çalakiyek li dar xistin.

Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê destpêkir. Piştre endamên Tevgerê him bi armanca bîranîna wan him jî ji bo wan bi gel bidin nasîn, li ser jîyana jinên navdar ên Kurd axaftinan kirin.

Di berdewama çalakiyê de endamên Tevgerê bi Alayên Kurdistanê ber bi qada îstasyonê meşiyan. Li wê derê jî bernameyek hebû.

Di qadê de du asteng hebûn; a ewil polîsên dagirkeran nedixwestin Alayên Kurdistanê bilind bibin, a duyem jî HDP î nedixwestin Alayên Kurdistanê bilind bibin.

Li hember hemû astengkirina, dîsa jî endamên Tevgerê Alaya Kurdistanê danexistin û heta dawîyê li ser milên xwe bilind kirin.


Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button