Polîtîk

Serok Barzanî û Noşîrvan Mistefa rewşa Kurdistanê nirxandin

Îro dûşem 23.02.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran kir.

Li kombûnê da behsa rewşa bereyên rûbirûbûnê ya li gel terorîstan kirin û serkeftinên Pêşmerge bilind nirxandin. Her wiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê xistin ber behs û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Bexda bi hengavekî erênî dane zanîn.

Li hevdîtinê de tekez li ser yekdengî û yekhelwestiya hêz û aliyên siyasiyê Kurdistanê kirin û birêz ve behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê kirin û tekez jî kirin ku rewşa niha demkî ye û Kurdistan bi serbilindiyê ve vê rewşa niha derbas dike.

Back to top button