Kobanê hat rizgarkirin,lê dê kî ava bike
Çar meh û nîv bajarê Kobanê di bin êrîşên DAÎŞ de hat bombebaran kirin. Balafirên ABD û hevpeymanan jî ji hawa ve bi sedan bombe bi ser de barandin. Bajar Ji milkî ve êrîşên DAÎŞ, Ji milkî ve Pêşmerge, Ji milkî ve şervanên Kurd û ji milikî din ve jî ji ezmande bombê balafirên hevpeymanan li ser bajarê Kobanê hatin reşandin. Bi her awayî bajar hate felişandin, kevir li ser kevir nema.Koban bû kavil rê,rêbar,û bingeha bajêr tev têk çû, wêran bû. bi sed hezaran kes koçber bûn. Bi deh hezaran kesan Giyana xwe ji dest dan bi dehan pêşmerge, şervan şêhîd bûn. Dilovaniya xwedê li giyana wan be. Kesên şêhid nema vegerin. lê peneberên Kobanê dê vegerin ser mal û warên xwe. Ji bo gelê Kobanê ji nûve bicîh bibin û dest bi jiyana xwe bikin ji wana re pêdivî bi hewandin û debara xwe (xanî,mal,rê sikak,kenalîzyon,av,elektirîk) heye.Van pêdiviyên jiyanê, dê kî çêbik ê, dê bi çi awayî, çawa tekûz bibin û pêk werin.Li Kobanê jiyan dê ji nûve çawa bikevê rêya xwe.
Dema meriv li van hemû pêdiviyan di fikirê di bînê çendî zor, zahmete. Kobanê bi kesayet û malbat û bi kantonan ava nabe. Dema dijminek êrîşî xaka meriv bike û bi ser de jî ew xaka meriv di bin bandora dagirkerkî din de bê. Ew gel li dijberî êrîşkeran de bi mêrxasî li ber xwe bidê û şerê êrîşkar bikê,di encamê de xaka xwe, welatê xwe ji êrîşkeran rizgar bikê , dijmin jî têk biçê. Lê meriv careke din dagirkeriya berê qabûl bikê, ev ne helwesteke raste, ew lehengî, şoreşgerî û berxwedan hemî bê wate dibê. Di berxwedanê de kesên ko mirin, şêhîd ketin ji kîsê xwe diçê. Halbikî ya rast ew bû dema DAÎŞ têk çû û Koban rizgar bû, divabû Kurda serxwebûna Kobanê ragihandiba, ji bin bandora dijminê dagirkerî jî azad bibûna. Lê sed heyf û mixabin ev pêk nehat. Kobanê û bi hemî der û dorên xwe ve ma di bin rejîma kevinde. PYD-PKK xwe bi katonan têr dîtin.
Gelên Kobanê yên peneber ji hisreta welatê xwe dê vegerine ser mal û milkên xwe. Ji bona Kobanî jiyana xwe berdewam bikê, avadan kirina bajarê Kobanê pêvîste. Avakirina Kobanê karê dewletê ye. Ji vî karî re hêzake dewletê lazime, ew hêz jî li Kobanê nîne,statûyeke baweriyê bidê nîne. Ji ber ko mihatabekî bi dewletan Û şîrketan re peymanan çêbikê nîne.Avakirina bajarê Kobanê ne karekî biçûke. Divê ewlekarî, bûtçe,proje temînat hebe. divê ko saziyek yan jî dewletek vê ewlekariyê bidê di her xalan de peymanan bi yên ko avadaniyê dikê re çê bikê, mîsogeri yê bidê. Ya na tû dewlet û şîrket Kobanê ji Kurda re ava nakin. Kantonên rojava jî vî karî nikarin bikin. Ji ber ko kantonan xwe sipartiya rejîma Sûriyê,Sûrî jî dixwazê kantonan bifelişênê. Dewleta herêmê jî ji ber hebûna kantonan,rejîma Sûrî û fikr û ramanên,û vê stratêji ya xelet ya PYD-PKK ê, dest û piyê wan tê girêdan, bê îrade dimînin.
Li gorî van analizan xuya dikê ko li ber avakirina Kobanê asteng û zahmetî gelekî hene.A herî baş ew bû di encama şerî de, dema DAÎŞ têk çû, Kobanê rizgar bû, hêzên Kurd ya serxwebûna rojavayê Başûrê Kurdistanê ragihadibûna yan jî bi herêma kurdistana federe re hevkarî bikira ev nekirin. Kanton jî nikarê bajarê Kobanê ava bikê. Û ev derfeta wana jî tine ye. Dewlet, şîrket jî bi vê rewşa negatîf dê nakevine vî karî û bi kantona baweriyê nayînin. Dê temînat, protokol,peyman, bûtçe û ewlekariyê bixwazin. Ji vê re saziya dewletê pêvîste. Bêyî van xalan ti dewlet, şîrket Kobanê dê ava nekin.kanton jî nikarin misogeriyê bidin. Avadankirina bajarê Kobanê ji van sedeman zor û zahmete. Em hemî gelên Kurd bi rizgarbûyina Bajarê Kobanê kêfxweş û şad bûn. Jiber van xalên rêzkirî em bi goman in ko dê çawa û kî bajarê Kobanê ava bikê!. 30.01.2015
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye
(PDKT)
Srokê Giştî Mehmet Emin Kardas
.