Polîtîk

Li Rojava avakirina hêzek hevbeş pêwistiyek e

Hewlêr hemû hewldanê dike  ji bo yekitiyek di nava aliyên siyasî yê Kurdistana Rojava de pêkwerê.

Wek tê zanîn berê hemû aliyên siyasî li Hewlêr berhev bibûn û deklarasyona Hewlêr îmze kirîbûn. Desteya bilin hatibû damezirandin. Lê tu cara PYD di partîkê de ev yek qebûl nekir. Aliyên din yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê ji bo astengên PYDê nekarîn rolê xwe bileyzin.

Herweha bi vê helwesta PYDê ve girêdayî nekarîn hêzek leşkerî hevbeş ava bikin.

Niha cardin hat xuyakirin ku pêwistiya Rojavayê Kurdistanê bi yekitiyekî siyasî û hêzek leşkerî hevbeş heye.

Bûyera Kobanê da xuyakirin ku di vê berxwedanê de kemasiya herî mezin tinebûna hêzek leşkerî hevbeş e.

Bi banga serokê Kurdistanê roja duşembê 13.10.2014ê berpirsên PYDê ji bo hevdîtin û herweha avakirina hêzek hevbeş li Rojavayê Kurdistanê serdana Hewlêr dike. Li hewlêr pêkanîna hêzek hevbeş a Kurdistanî bikeve pratîkê de li Rojava gelek tişt di berjewendiya Kurdan de tê guhertin.

Back to top button