Nameya pêxember jî guhertine
Nameyeke Muhemed Pêxemberî (xxxl) ku ji qiral Kesra yê Persê re hinartiye, Nijadperestên Ereb ew jî guhertine.
Du roj berê nivîseka min bi sernavê RASTIYA DÎNÊ ÎSLAMÊ Û NETEWEYÊ KURD li Rojeva Kurd hatibû weşandin. Hin kesan daxwaza nişandina nivîsên ku hatine guhertin ji min kiribûn. Ji xwe yekî bê ku navê xwe eşkere kiribe, hin peyvên bêrê jî nivîsîbûn.
Ev nameya cenabê Pêxemberî salên 1988-89an, di lêkolîneke min de hatibû dîtin. Min ew di pirtûka Şêx Fethulalh Werqanisî de ku ji aliyê weşanxaneya DOZê ve li Stembolê hatiye weşandin, di rûpela 330 de jî bi cih kiriye.
(Ev name niha di arşîva bajarê Roma û ya Moskovayê de tê parastin.)
Ez zêde behsa ku nijadperestên Ereb Ayet û Hedîsên cenabê Pêxemberî guhertine nakim. Tiştê herî girîng û balkêş ev e ku hetanî wan nameyên Pêxemberî jî guhertine. Îcar ewên ku serê zarûkên Pêxemberî jêbikin, dê guhertina her tiştî ji bo wan rewa çêbûbe.
Çewa ku di belgeyê destnîşankirî de jî tê dîtin, nameya ku Pêxember ji Kesrayî re hinartiye li aliyê çepê ye û hawîdorê wê hatiye xêzkirin. Wergera bi erebiya nû ku hatiye nivîsandin jî, li aliyê çepê ye.
– Di nameya orîjînal de weha nivîsiye:
”Men Muhemmed ebdul´lahî we resûlîhî…”
– Di nameya bi erebiya nû de ev hevok weha hatiye guhertin:
”Men Muhemmed resûlulahî.”
– Di nameya orîjînal de weha hatiye nivîsandin:
”We amenel´lahû we resûluhu.”
– Di nameya bi erebiya nû de ev hevok weha hatiye guhertin:
“We amene bil´lahî we resûlîhî.”
Guhartina vê nameya Pêxemberî li ber guhertinên dî, hêj ne LOLO ye, lê eger lêkolîneke berfire bête kirin, wê LOLO jî derkeve û LÊLÊ jî.
De îcar ji xwe re lê binerin ku Erebên nijadperest guhertinê xistine hemû tiştî.
Niha hin nivîsên Zeydê nivîsendeyê Wehyê li ba min hene, dema mirov wan bi nivîsên niha re hevber dike, quloçên mirov derdikevin.
Xwedê ya xêrê bike û Kurdên belengaz ji wehşeta nijadperestên Ereb biparêze.
30/ 09/ 2014
Zeynelabidin Zinar
[email protected]
Nama Pêxermber: