Polîtîk

Keraseta DAÎŞ ne bi serê xwe tenê ye

           
Ev DAÎŞ kiye,çiye, ji kû derket,  kî anî û xıste bela li sere  Kurda. Pêdivî heye bersiva van pirsa bête dayin. Lewra em meyzadikin DAÎŞ waye li Şengalê ye,li Musilê ye,li Celewlê ye, li Rebiayê ye, li Kobanê ye, li Kerkûkê ye.

Ev kîne,çine,ji kû derketin. Kûrd lê dixin, ereb lê dixin, Emerîka, Fransa. Îngilîz lê dixê gelek dewlet li gel Emerîka koalisyon çêkirina dê lê bixin û lê dixin bi balafirên şerî û yên bê pilot bombe baran dikin.

Lê DAÎŞ hesabê tû kesekî nakê. Şereki bê hempa dike.Merivan digûrênê, dîl digirê, şerê hemî dinya yê dike. Ji aliyekî bi Pêşmerge re , ji aliyekî din bi PYD-PKK re şer dikê Kobanê xistiya bin çepera xwe.

DAÎŞ rêxistineke terorêye  lê ew  bazirganiya petrolê dinav dewletan de weke dewleteke serbixwe dikê , petrolê difiroşê û di rexên dinve jî çekên giran dikirê  di destê wan de çeken giran hene. Dewlete herêma  federe a Kurdistanê weke dewlet petrola xwe di hinarte derve di derbara wan de doz dihate vekirin, heta biryara destdanîna ser tankêrên petrola wan het dain..  Di vir de tiştên herî balkêş eve ku  dewlet bi terorîstan re tîcaretê dikin, him petroê ji wana dikirin, him jî çekan difiroşina wan.  Tête gotin ko “rojana bi milyonan dolar dikevê kasa DAÎŞ” .

Naxwe DAÎŞ ne teroîste. DAÎŞ dengê gelek dewletaye û ev teror jî ne DAÎŞ bixweye, terora hinek dewletan ko bi hevre Peyman çêkirina bi navê rêxistina DAÎŞ şerî dikin. Di virde gelek pirs peyda dibin pêdivî heye ev pirsana hemî zelal bibin, vê zelaliyê jî SAWAK,CIA ,MÎT dikarin bikin.

Yana DAÎŞ Şerekî ji dil di pêşberî mirovatiyê de  dikê, bi van helwestan û bi vî rengî  DAÎŞ dê zahmet têk biçê. Di dinyayê de ti rêxistin di çend mihande, û di nava çend salan de nagihê vê hêza DAÎŞ ko bi dewletan re, di çend cephade bikaribê şerî bikê û dinyayê bi hayirênê.

Herkes dinav gomanan de ye, ka ev çî ebrete  lê bes tiştek tê zanîn, ew jî xebereke kurda heye dibêjê “şêwra hemî çivîkan li ser garisê mala Heso’ye” Lê em gomaneka din jî dikim ku di rûyê Kurdan de êrîşê DAÎŞ hatin ser Kurdistanê.

Sedem çi û kî dibe bila bibê, ji bona têkçûna DAÎŞ di vî şerî de pêvîste her kes, kesayet û dewlet hawl bidin. Ev keraseteke mezine li ser herêmê û hemî dinyayê jî.  

01.10.2014
BIJÎ KURD Û KURDISTANÎ
BIJÎ AMERÎKA

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ-TIRKIYA
               (PDK-T)

Back to top button