Civak

Bi fermana Barzanî hinekfermandar ji kar têne dûrxistin

Bi fermana serokê Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Kurdistanê Mesud Barzanî çend fermandarên naskirî guhertin.

Tê ragihandin ku sedema vê biryara serokê Kurdistanê bûyerên Şengalê bûn.

Di vê derbarê de hinek çavkanî li gel Rudawê axivtin. Li gora ku Rudav radigine:

Jêderekî pilebilind ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir ku li gorî fermana Mesûd Barzanî komîteyek 3 kesî ji bo lêkolîna li ser bûyeran pêk hatiye.

Wî jêderî da zanîn, yek ji endamên komîteyê hakimeke ku bi rastî di dadgehê de kar dike û hemû desthilat di destên wî de hene, endamên din ên komîteyê yek jê nûnerê Barzanî ye yê din jî nûnerê Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Leşkerî ya Kurdistanê (Felek) ye.

Li gorî agahiyên wî rayedarê Wezareta Pêşmerge, ku agahdarî hûrgiliyên wan guhertinan û sizadana efserên pilebilind ên Hêzên Pêşmerge yên ku li navçeyên Zûmmar û Şingalê bûne sedema şikestina Pêşmerge li hember çekdarên DAIŞê, “Guhertin û jikardûrxistina hinek fermandarên leşkerî dest pê kiriye û di demek nêzîk de dê dora hinekên din jî were.”

Wî rayedarê leşkerî yê Kurdistanê wiha domand: “Li gorî ku ez dizanim fermandarê giştî yê Hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî jî dê bê guhertin. Ji ber ku beşeke mezin ji wê hêza ku hatiye şikestin di wî şerî de girêdayî hêza Zêrevaniyê bû.”

Lê Ezîz Weysî ji Rûdawê re got ku haya wî ji biryareke wisa nîne, û wiha axivî: “Heta niha derbarê vê biryarê de ti kes ligel min neaxiviye û haya min ji wan hewlan nîne.”

Heta niha, li gor wan guhertinên ku hatine kirin, destpêkê fermandarê Hêza Yek a Zêrevaniyê Seîd Kêsteyî ji karê xwe hatiye dûrxistin û pêşniyar hatiye kirin ku fermandarê hêza 18 Simê Boselî li şûna Seîd Kêsteyî bê danîn.

Ew berpirsê pilebilind yê Wezareta Pêşmerge dibêje: “Rast e pêşniyar hatiye kirin ku Simê Boselî li dewsa Kêsteyî rûnê lê heta niha nebûye biryar.”

Simê Boselî jî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha bi fermî ti kesî li ser vê yekê ligel wî neaxiviye û wiha got:“Rast e gotineke wisa heye, lê ez bi xwe li pey kursiyan nagerim.”

Li gorî agahiyên wî jêderî, li nava Wezareta Pêşmerge de mezintirîn guhertin di nava fermandariya Hewlêrê ya Hêzên Pêşmerge de hatiye kirin.

Endamekî komîteya guhertina fermandarên Pêşmerge li fermandariya Dihokê jî ji bo Rûdawê got: “Ji fermandarê fermandariya giştî ya Hewlêrê Hacî Şewket bigire heta cîgirê wî, berpirsên rêxistinê û darayî û lîwayên Hêzên Pêşmerge, fermandarên tabûran jî hatine guhertin.”

Derbarê çarenivîsa fermandarê fermandariya giştî yê Hewlêrê û cîgirê wî de jî jêderê han got, ku biryar hatiye dayîn ew jî bibin berpirsê eniya Mexmûrê.

Endamê komîteya guhertina fermandarên serbazî li sînorê Hewlêrê agahiyên zêdetir derbarê wan guhertinan da û got: “Îsmaîl Dest Gewre û Ziryan Şûî jî bûne fermandarên lîwaya fermandariya giştî ya Hewlêrê.”

Li gor agahiyên Rûdawê, fermandarê hêzên Sipîlkê Ebdulrehman Kewrînî jî li ser karê xwe yê niha namîne.

Kewrînî derbarê guhertinên navbera efserên pilebilind yên Hêzên Pêşmerge dibêje: “Ya min ne dûrxistina ji kar e, lê dibe ku cihê min bidin kesekî din ku bi wekalet werbigre. Ezê jî derbasî pileyek bilindtir bibim.”

Wî fermandeyê pêşmerge Herwiha got: “Di dema bûyerên Şingalê û derdora wê de, min ti kêmasî di karê xwe de nekirbû berovajî em teke hêz bûn ku serkeftin bi dest xistin. Heta Serok Barzanî jî bi rêya telefonê ligel min bû û ji min re digot: Ez memnûnê we me ji ber wê jî ez bawer nakim guhertina min wek cezakirin be.”

Back to top button