Şanda Hikûmeta Britanya ji bo alîkarîkirinê hate Kurdistanê
Îro çarşem 27.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî payebilindê Hikûmeta Brîtanya kir ku ji xanim Hon Justine Greening Wezîra Perepêdana Navdewletî û Tobias Elliott Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Saymon Kols Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de şanda payebilindê Hikûmeta Brîtanya ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku em hatine bo ku ji nêzîk ve qeyrana mirovî û wan tehdîdan bibînîn ku rûbirûyê Kurdistanê bûne û bizanîn ku çi ji bo we pêwîste û çi ji bo koçberan bikin. Şanda mîhvan li beranber hatina wê hejmara zêdeya penaberan bo Herêma Kurdistanê destxweşiyê li destvekirî û pêşwaziya gelê Kurdistanê kir. Şanda Hikûmeta Brîtanî tekez li berdewamiya palpiştî û hevkariya welatê xwe ya Herêma Kurdistanê kir û eve jî xisterû ku bi navê gihandina hevkariyan ya koçberan bi baştirîn awayî pêwîste hemahengiyeke tevahî li navbera ajansên navdewletiyan û dezgehên xêrxwaziyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha Bexda de jî hebê.
Li vê hevdîtinê de şanda Hikûmeta Brîtanî rêxistina Da’îş ê li ser asayîşa cîhanî bi tehdîdekî ciddî zanî û tekez li wê yekê kir ku divê civaka navdewletî bi hemahengî û yekgirtî kar ji bo nehiştina vê rêxistinê bike. Şanda mîhvan tekez li ser pêşxistina peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya kir û wê yekê xisterû ku pêşketina Herêma Kurdistanê yek ji xalên geşê Iraqê û berdewamiya wê pêşketinê armancekî stratîjî ya Hikûmeta Brîtanya ye. Her li vê civînê de şanda Hikûmeta Brîtanya destxweşiyê li Herêma Kurdistanê kir ku wan ji bilî hebûna tehdîdeke mezin, derfetekî nû bi proseya siyasiya Iraqê daye.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda Hikûmeta Brîtanya kir û palpiştî û hevkariyên welatê Brîtanya yê bi bilind nirxand. Serok Barzanî bi hurî şanda Hikûmeta Brîtanya li rewşa koçberan û tehdîda terorîstan û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan agahdar kir û ragihand ku niha destpêşxerî li destê Pêşmergeye û hêzên Pêşmerge ketine rewşa êrîş birinê. Serok Barzanî di derbarê tehdîda terorîstan balkişand li ser wê yekê ku bi sedema armanca metirsîdar û dirindeyî û pirçekî û wan îmkaniyanatên li ber destê terorîstane nabê bi sadeyî bêne temaşekirin û têkşikandina wan pêwîstî bi hewlekî hemû aliyaneya navdewletî heye. Di derbarê rewşa koçberan jî Serok Barzanî wê yekê ragihand ku bi hemû şiyanek ve yarmetiya hewandina wan didin û şanazî jî bi wê yekê dikin ku bi baweriyê ve wan diparêzîn û yarmetiya wan didin, lê belê hejmar û asta karesata gelek mezin ji şiyana Hikûmeta Herêmê derbas kiriye û pêwîste cîhan yarmetiya me bide bo ku bikarîn koçberan bihewênîn û paşê jî wan vegerînin navçeyên wan.
Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew qeyran û karesat û tehdîdên niha li Iraqê da heye hemû ji encama siyaseta şaş ya Hikûmetên berê bûye û li deh salên derbasbûyî de kar li ser têkdana hemû warên jiyana Iraqê hatiye kirin û ragihand Herêma Kurdistanê hewl dide yarmetiya proseyê bide bo ku Hikûmetekî baş dirust bibê lê belê nabê bi tu awayekî şaşiyên Hikûmetên berê dûbare bibê ji ber ku encama wê ji ewê niha gelek xeraptir dibê.