Dosya

Wezareta pêşmerge: Tu hêzên PKKê ji Qedîlê nehatine

Wezareta karûbarên pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd dike ku, tu hêzêke PKKê ji Qendîlê ji bo alîkarîkirina hêzên pêşmerge nehatine û yên ku li eniyên şerî li dijî rêxistina terorîsta DAÎŞ şer dikin û bergiriyê ji axa Kurdistanê dikin bi tenê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ye.

Helgurd Hîkmet berprisê ragehandina wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera (kdp.info) dibêje ku, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê  bi dirjaîya 1050 km li dijî terorîstan dicengin: ”raste weke gelê kurd hemû alîyan hevsoziya xwe digel herêma Kurdistanê nîşan daye û gelek welat jî hevkariya herêma Kurdistanê dikin, lê yên ku niha li dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ şer dikin bi tenê hêza pêşmergeyê ye û tu hêzên dî li eniyên şer nîn in.”

Helgurd dibêje ku, raste li Mexmûr PKK hebû û li ser toxûb jî YPG hebû, lê wan bergirî ji xwe dikir û ji bona parastina xwe ew li wan deveran hebûn û di wê çarçoveyê de hevahengî digel herêma Kurdistanê kiriye û ev yek jî ji bona parastina xwe kiriye.

Berpirsê ragehandina wezareta pêşmerge dibêje ku, ew nûçeyên dibêjin; hêzeke PKKê ji Qendîl bi alîkarîkirina pêşmerge hatiye ji rastiyê dûr in û bi tenê pêşmerge li eniyên şer e. 

Back to top button