Cîhan

Danîmarka alîkariya leşkerî ji bo pêşmergeyên Kurdistanê dike

Wek gelek welatên Ewropî Danîmarka jî biryar da ku alikariya Kurdistanê û hêzên pêşmergeyan bike.
 
Wezîrê Derve yê Danîmarka Martin Lidegaard, piştî civînek dirêj li wezereta derve ya Danîmarka li gel berpirsên parlementoyê û aliyên siyasî, daxuyaniyek da û ragihand ku, wê Danîmarka alikariya Kurdistanê bike û şerê dijê DAÎŞê de pişgiriyek leşkerî bide hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Lidegaard da kifşkirin ku ewe demek herî nêzik bi balefirek C-130 Hercules alîkariya leşkerî bighînin herêma Kurdistanê.
 
Wezîrê Derve yê Danîmarka Martin Lidegaard got:Ev şer ne tenê şerê pêşmergeye li dijê DAÎŞê. Ev şerê hemû cîhanêye li dijê dewleta îslamî ya Iraq û Şamê. Ji bo vê jî di vî şerî de divê  civaka navdewletî alîkariya pêşmerge bike.

Back to top button