Cîhan

Amerîka dixwaze pêşmerge bi hêztir bibin

Li gora nûçeyekî ji ajansa Reutersê ve hatiye belavkirin, Amerika dixwaze hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê çakan ve bi hêztir bike.

Herweha berpirsên Amerikayê dana xuyakirin ku pêwistiya hêzên Pêşmergeyan  bi çekên pêşkeftî heye.

Piştî ku rêxistina terorê ya DAÎŞ dest danî li ser çekên hêzên artêşa Iraqê, bûn xwedî çekên pêşkevtî. Piştî destxêstina van çakan behtir dikarin şerê pêşmergeyan bikin.

Wek tê zanîn ji berî demekî heyetek ji Kurdistanê serdana Amerika kir û li gel berpirsên bilind û herweha  wezîrê derve yê vî welatî hevdîtin pêkanîn.

Di van hevdîtinan de daxwaziya çêkên pêşkevtî hatiye kirin. Niha jî Amerîka rêya dayina çekan ji bo Pêşmergeyan digere.

Di vê derbarê de berpirsên Amerika dibêjin ku; ew dixwazin hêzên pêşmergeyan ji bo parastina Kurdistanê bi hêztir bikin û çekên pêşkevtî û giran bidin pêşmergeyan.

Ji bo vê jî rêyekî digerin ku çewe van çekan bighînin hêzên Pêşşmergeyên Kurdistanê.

Astenga herî mezin di vê rêyê de Malikî û hukumeta nawendiya Iraqê ye.

Back to top button