Polîtîk

Li Zumarê pêşmergeyna 20 DAÎŞ kûştin û 30 jî êxsîr kirin

Li devera Zumar hêzên pêşmergeyên Kurdistanê 6 çeperên polîsên patorlê yên Îraqê ji destê DAÎŞê derxistin û 20 çekdarên DAÎŞ kuştin û 30 jî êxsîr kirin.

Li gor daxuyaniya fermandarê hêza Sefîn a pêşkergeyê Kurdistanê, Karesûl Gerdî  ji Rudawê re gotiye ku,  îro sibehê şer di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên parastina patrolê yên ser bi wezareta navxweya Îraqê ve derket û piştî çekdarên DAÎŞê polîsek kuşt û 2 jî birînda kirin, polîsên parastina patrolê çeperên xwe berdan û reviyan.

Gerdî got ku, hêzên lîwa 8, hêzên fermandeya Duhok û hêzên fermandeya Sefîn ji sê aliyan êrîşî DAÎŞ kir û ew çeperên polîsan berdayîn careke din pêşmergey ji destê DAÎŞ derxistin û xistin jê kontrola xwe de.

Li gor daxuyaniyên Gerdî, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di wî şerî de 20 çekdarên DAÎŞ kuştin û 30 jî êxsîr kirin.

Back to top button