Barzanî serdana Pêşmerge yên li bereya Germiyan, Celewla û Se'diye kir
Îro pênçşem 31.07.2014 li dirêjahiya serdana xwe ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek ji berpirsên serbazî û emniyê bilindên Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa bereyên rûbirûbûnê û rewşa hêzên Pêşmerge, serdana bereya Germiyan, Celewla û Se’diye kir.
Her wiha li vê serdanê de Serok Barzanî yek ji baregehên hêza Pêşmerge ya li vê bereyê da gotarekî ji bo hejmarek Pêşmerge pêşkêş kir. Li gotara xwe de Serok Barzanî spasiya xweragirî û ked û xebata Pêşmerge kir û pîrozbahiya cejnê li wan kir û rola hêza Pêşmerge ya li dabînkirina asayîş û aramiya li Kurdistanê bilind nirxand û ragihand li sayeya ked û xebata Pêşmerge gelê Kurdistanê li aramiyê da dijî û milyonek û dû sed hezar koçber jî li Kurdistanê da li wê aramiyê da nîştecîhin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku ji bilî wê yekê ku givaşeke zêde li ser Pêşmergeye lê belê xweragirî û qehremaniya Pêşmerge rê li wê yekê girt ku terorîst li axa Kurdistanê da pêşrewî bikin. Her li vî derbarî de erk û rola Pêşmerge ya li jiyana gelê Kurd de Serok Barzanî ragihand erkê Pêşmerge giran û dîrokiye û Pêşmerge pêş merg û mirinê dikevê bo ku jiyanê ji bo gelê xwe dabîn bike û hebûna Pêşmerge wateya bûn û mayîna Kurdistanê dide.
Di derbarê wan gileyiyên ji aliyê desthilatdarên Bexda ve di derbarê hatina Pêşmerge ya van navçeyan tê kirin, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê pirsiyar ji wan bê kirin ku eger Pêşmerge nebûya çi rû dida û ew navçe li destên kî da dibûn?
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa şoreşa eylûl û raperîna gelê Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku her li şoreşa eylûlê ve diruşma gelê Kurdistanê demokrasî ji bo Iraqê bûye û li raperînê da dû feyleqê artêşa Iraqî ku li Kurdistanê wêran kiribûn ketin destê xelkê Kurdistanê lê belê yek serbazê Iraqî azar pê negihîşt û eve bilindtirîn edeb û rewşt bû ku gelê Kurd ji bo demokrasîxwazî û pêkvejiyanê nîşan da û piştî rûxana rejîmê jî me hewl da Iraqa demokrat dirust bibê lê belê aliyên din nexwest demokrasî li Iraqê da ser bigrê û Iraq bi yekgirtî bimîne û bi eşkere jî dibêjîn ku ji wê zêdetir tiştek bi me nayê nakirin û ewê ji destê me hatiye ji bo Iraqê me kiriye û nabê li benda çarenûsekî nediyar bikîn. Her wiha di derbarê vê behsê ve Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku Herêma Kurdistanê li ser dû rêyan kar dike yek ji wan eweye ku yarmetiya proseya siyasiya Iraqê bike û ewê din jî karkirine ji bo piyadekirina mafê biryardana çarenûsa gelê Kurdistanê.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa rewşa Pêşmerge kir û wê yekê xisterû ku rewşa Pêşmerge baştir dibê û çekên baş jî dikeve ber destê wan û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste ji hemû rewş û egerek da hişyar û amade bîn. Serok Barzanî spasiya canfedayî û xweragiriya hêza Pêşmerge kir û silavan jî ji bo giyanê pakê şehîdan re şand bi taybetî ew Pêşmergeyên li şerê terorîstan da şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.