Polîtîk

Daxuyaniya Necmedîn Kerîm YNK hejand

Partiyên siyasiyên başûrê Kurdistanê ji biryara Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nerazî ne û daxwazê ji YNKê dikin ku, bi tenê yek kandîd bo posta serokoariya Îraqê destnîşan bikin daku, tesîrê li encamên dengdanê neke.

Li gor destûra Îraqê serokomar li parlamentoyê tê hilbijartin û divê ji koma 328 parlamenteran 219 dengan bidest bixe. Ev yak jî nehêsane di rewşek wisa de ya ku, niha Îraqê tê de derba sdibe, kurd ew qas dengan bidest bixin.

Li gor çavkaniyên mediya başûrê Kurdistanê, Necmedîn Kerîm ku, nuha waliyê Kerkûkê ye û ew bi xwe endamê polîtbûrpya YNKê ye, wî jî xwe ji bo posta serokomariya Îraqê kandîd kiriye û dibêje ”Ez xwe ji kandîdkirina bo posta serokomariyê venakişîn im.”  Necmedîn Kerîm polîtbûroya partiya xwe YNKê rexne dike û dibêje partiya wî nikarî yek kes ji bo posta serokomariyê destnîşna bike û ”Ez jî  xwe venakişîn im” vê daxuyaniya Kerîm YNK hijand û bi vî awayî YNK sê kanîdadan bo posta serokomariyê dişîne Bexdayê.

 Alî û hêzên siyasiyên başûrê Kurdistanê daxwazê ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û ew tedexulê bike û YNK razî bike ku, bi tenê yek kandîd destnîşan bikin.

Li gor hin çavkaniyan nêzîkî 70 kesî xwe ji bo posta serokomariya Îraqê kandîd kiriye û navên xwe pêşkeşî parlamentoya Îtaqê kirine.

 

Back to top button