Peyama serokwezîr bi minasibeta vegera Talebanî
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta vegera Celal Talebanî bo başûrê Kurdistanê, bi peyamekê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dike û di peyam xwe de dibêje rola Talebanî di jiyana siyasiya Kurdistan û Îraqê de roleke dîrokî bûye û roja vegera wî bo welat bi rojeke dîrokî bo gelê Kurdistanê wesif dike
Serokwezîr di peyam xwe dibêje:
– Gelek sipasiya Xwedayê mezin dikin ku, cenabê mam Celal, Kurdistan û xelkê Kurdistanê bi hev şad kirin, hewesa sipasiya welatê Alemnaiyaya dost û hemû tîma pizîjkên wî dikim ku, di dema borî de ji bo îlackirina wî zehmet dîtine. Her bi vê minasibetê ji dil kêfxweşiya xwe diyar dikim û bi germî bi xêrhatinê lê dikim û pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim.
Nêçîrvan Barzanî di peyma xwe ya pîrozbahiyê de dibêje ku, Celal Talebanî roleke giring di jiyana siyasî, şoreşa Kurdistanê û Îraqê de hebû, di dijwartirîn rewş de bergirî li mafên gelê xwe kiriye:
– Piştî serhildanê jî digel serok Mesûd Barzanî roleke gelek giring di çespandina tecrûbeya demokratîk a gelê Kurdistanê û dabînkirina siyaseta piralî û pêkanîna jiyana parlemantoyî li Kurdistanê lîstiye. Nexweşketin û dûrketina wî ji Kurdistan û Îraqê, gelek bi zelalî di jiyana siyasî û hukimdariya Îraqê de diyar bû.
Serokwezîrê Kurdisatanê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi navê xwe, bi germî xêrhatina Talebanî dike û daxwaza selamtî û temendirêjiyê bo dixwaz e.