Yekitîyek netewî û serxwebûna Kurdistanê
Roja cudabûnên siyasî di nava Kurdan de çêbûyî heta wek îro behsa yekitiyan di nava aliyên cuda yên Kurdistanê de tê kirin. Her qonaxê cureyek yê yekitiyê li gel mercên taybet peyda kiriye.
Lê gelek caran yekitî di nava kurdan de ji armancên xwe yên pêwist hatiye dûrxistin.
Herkes bi awayê pêwîst li yekitiyan nanêre. Gelek caran hinek aliyên siyasî dema wek rêxistin hewcebin behsa yekitiyê dikin. Dema karê wan xilas bû jî tu bihayek bi yekitiyê nadin pehînekî lê didin û tavêjin aliyekî.
Di dîroka tevgera siyasî ya kurdan de mînakên vê gelekin. Ji bo vê dema aliyek, rêxistinek behsa yekitiyê bike nabê bi tu awayî berjewendiyên xwe yên rêxistinî bidin pêş. Lê mixabin piraniya caran welê bûye.
Ji berî niha demekî behsa kongreyek netewî dihat kirin. Lê ew kongre bi navê xwe pêvê tu behna netewîyetê jê nedihat.Hinek aliyên siyasî tenê dixwestin heyîn û dîtinên xwe bi vî navî meşru bikin û li ser tevgera Kurdistanê bêne ferzkirin..
Rewşa îro li Iraqê û Kurdistana Başûr peyda bûyî qonaxek gelek taybet û zîz e ji bo Kurdan. Rora kurd bûne kurd heta niha firsendek bi vî awayî dîrokî li ser kurdan de nehatiye. Ev cara yekeme ku di dîrokê de ragihandina dewletek Kurdî li herêmê û cîhanê evkasî ketiye rojeva siyasî û merc gav bi gav xwe didin qebûl kirin. Heger Kurdan bi xwe jî ev derfet nexulikandibin lê nabê xwe jê bidin aliyekî.
Ji bo vê yekê jî îro mercên yekitiyê li ser bingehê berjewendiyên netewî û pişgirî ,xwedî lê derketin û programkirina ragihandina dewleta Kurdî ye. Wek din di vê qonaxê de tu nirxê yekitiyekî di nav kurdan de tuneye. Dê tenê ji bo hinek çareseriyê pirsgirêkên rojane bêne ba hevûdin.
Eger dewletek Kurdî li Başûr bê ragihandin dê ev yek di cih de û taybetî bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê bi awayek gelek erênî bike.
Îro pêvajoya Suriye û Kurdistana Rojava jî têre derbas dibe gelekî girîng e. Lê tu bernameyek ji bo ragihandina dewletek Kurdî yan jî federasyonêkî li Kurdistaana Rojava tuneye. Belê hinek hêzên siyasî li Rojava federasyonê dixwazin, lê yên desthilat çarenûsa kurdan “kanton“an ve girêdane û kesek ev yek fam jî nekiriye.
Ji bo vê yekê heyîn û mayina Kurdan di vê pêvajoyê de rewşa Kurdistana Başûrve hatiye girêdan. Yekitiyek nav Tevgera Kurdistanî de li hemû beşên Kurdistanê bêxê nava xwe û li ser bingehê berjewendiyên netewî û ragihandina dewletek kurdî pêkwerê dê çarenûsê kurdan jî ronîtir bibe.
Ji bilî vê yekitiyê kijan aliyê siyasî yan jî rexistin behsa yekitiyekî di vê qonaxê de bike ner duristin û tenê berjewendiyên rêxistinî yên demikî ji xwere dikin armanc.
Yanî di vê pêvajoyê de yekitî li ser qebulkirina serxwebûna Kurdistanê tê avakirin.
Herweha dema behsa yekitiyê bê kirin divê yekitiyek ji bo parastina nirxên netewî be.
10.7.2014
Dara Bilek