Barzanî: Emê vegerin li ser raya gelê xwe
Êvariya îro dûşem 23.06.2014 xanim Fêdrîka Mogêrînî Wezîra Derveyê Îtalya li rêya telefonê ve li bajarê Luksemburg û berî destpêka kombûna Wezîrên Derveyê Yekîtiya Ewrûpa peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Li vê peywendiya telefonî da Wezîra Derveyê Îtalya gumana xwe ya beranber rewşa qeyraniya Iraqê nîşanda û hêvî xwest zûtirîn dem ew qeyrana nû ya Iraqê bi dawî bibe. Her wiha di derbarê destpêka proseya siyasî û runiştina parlemena nû ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê de çend pirsiyarekî pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Her li vê peywendiya telefonî da Serok Barzanî ji bo wê pêşwaziya ku li dema serdana xwe ya welatê Îtalya lê hatibû kirin spasiya Wezîra Derveyê Îtalya kir û her wiha wêneyekî giştî û zelal di derbarê rûdawên vê dawiya Iraqê xisterû û tekez li wê yekê kir ku Iraqa berî rûdawên Nînowa cûdaye li gel Iraqa piştî wan rûdawan û balkişand li ser wê yekê ku berê jî li navçeyên hevbeşên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê hêza hevbeş hebû lê belê niha artêşa Iraqê hebûna xwe nemaye û halîhazir bi dirêjahiya zêdetirê hezar kîlometir, Herêma Kurdistanê sînor li gel cîranên dinê ji bilî li Iraqê heye ku beşek ji navçeyên li jêr kontrola grûpa terorîstan û ew tehdîdin li ser hemû pêkhatên Iraqê û hemû aliyek. Serok Barzanî eve jî xisterû ku piştî rûxana rejîma berê ya Kurdistanê beşek bûye ji proseya siyasiya Iraqê û yarmetiya vê proseyê daye û palpişt bûye lê belê bi sedema muamelekirina şaşiya desthilatdarên Bexda û kêşeya tayîfegerî proseya siyasî gihîşte vê rewşa niha. Serok Barzanî balkişand wê yekê ku eger qeyran berdewam bê û neyê çareser kirin serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê vedigere li ser raya gelê xwe.
Di dawiya vê peywendiya telefonî da Wezîra Derveyê Îtalya daxwaz kir bi sedema lezbûna rûdaw û guhertinan li peywendiyê de berdewam bin û hêviya pêşketin û serketinê ji bo gelê Kurdistanê xwest.